26 saziyê civakî yên sivîl pirsa Newrozê li Barzanî - TopicsExpress



          

26 saziyê civakî yên sivîl pirsa Newrozê li Barzanî kirin هه‌موو کوردانی باکور ئه‌وه‌ له‌ بارزانی ده‌پرسن (بۆچی له‌ نه‌ورۆزی ئه‌مساڵی ئامه‌د زیاتر له‌ 20 ملیۆن کورد داوایان کرد به‌شداری بکه‌یت نه‌هاتی بۆ ئامه‌د که‌چی سبه‌ی ته‌نها له‌سه‌رداوای دوژمنێکی سه‌رسه‌ختی کورد بۆ پشتگیری ئه‌ردۆغان دێیته‌ ئامه‌د و بانگه‌شه‌ی هه‌ڵبژاردن بۆ تورکی ڕه‌گه‌زپه‌رست ده‌که‌یت دژی پارته‌ کوردییه‌کان ؟!) Nûnerên 26 rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê dan xuyakirin ku di bingeha serdana Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî de xebatên hilbijartinê hene û pirsîn, gelo çima Barzanî ev hestiyarî çima di Newroza Amedê de nîşan neda. Hunermendên NÇMê jî gotin, Şivan Perwer bi awayekî ku rûmetê binpê dike, vedigere. Der heqê hatina Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan a ji bo hin merasîmên li Amedê de 26 rêxistinên civakî yên sivîl li Civata Rojnamevanan a Qada Jiyana Hevpar a Sumerpark a Amedê daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê dan. Daxuyaniya hevpar bi Kurdî ji Epîdemê Şîmel Begîk, bi Tirkî jî Serokê Egîtîm-Sen Şaxê Amedê Kasim Bîrtek dan. Begîk bibîr xist ku bi hinceta hin merasîma Erdogan ji bo xebatên hilbijartinê tê sibê tê Amedê û ji Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî yê di serdana Erdogan de amade be pirsa; çima ev hestiyariya xwe di Newroza Amedê de nîşan neda, pirsî. Begîk got, Em ji raya giştî re radigihînin ku em fêm nakin, çima Kongreya Neteweyî ya Kurd a ji bo Kurdan gelekî girîng e timî tê paşvekirin, li dijî şoreşa Rojava helwesteke neyînî tê nîşandan, Birêz Salih Muslim ji deriyên sînor hat vegerandin û Deriyê Sêmalka çima li rûyê xwişk û birayên xwe hat girtin. Ji bo pirsa, gelo ev hemû ji kê re xizmetê dike, em zehmetiyan dikşînin ku bersivê bibînin. Begîk da xuyakirin ku divê her Kurdek xwe ji nêzîkatiyên bi vî rengî yên tên wateya destekkirina polîtîkayên hikûmeta AKPê, ku di pêvajoya çareseriyê de heta niha ti berpirsyariyên xwe bicih neaniye, vegirin û axaftina xwe wiha dewam kir: Desthilatdariya AKP, mîna demên bihurî niha jî ji bo daxwazên Kurdan di asta mînîmûm de bihêle, manevrayan nîşan dide. Em hemû dizanin ku li ser vê bingehê, gelek caran bi rêya hin saziyên siyasî yên Kurdan hewl daye yekitiya neteweyî ya Kurdan qels bike. Begîk bibîr xist ku Barzanî nwe weke Serokê Herêma Kurdistana Federal weke Serokê Herêma Bakurê Iraqê hatiye vexwendin û got, Serdana bi vî navî nîşan dide ku mejiyê înkarkirina Kurdan dewam dike. Saziyên daxuyaniya hevpar dan ev in: TUHAD-FED, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Komeleya 78an Şaxê Amedê, KESK, Navenda Jinê ya Kardelen, KADEM, EPÎDEM, Selîs, Amîda, Ceren, Komeleya Gün Işigi, MEYA-DER, DÎKASÛM, DÎSK, GOÇ-DER, TMMOB, Diyar TUHAD-DER, DTO, Kooperatîfa Jİnan a Baglarê, Meclîsa Tenduristiyê ya KCD, Ov-Der, ÎHD, Sarmaşik, Meclîsa Astengdaran, Meclîsa Aştiyê, KURDÎ-DER. HUNERMENDÊN KURD: PERWER BI AWAYEKÎ RÛMETÊ BINPÊ DIKE, TÊ Xebatkarên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) jî der heqê hatina Şivan Perwer li ser vexwendina Serokwezîrê Tirk Erdogan de li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Azad Kizilkar li ser navê hunermendên Kurd daxuyanî da û diyar kir ku ji ber polîtîkayên qirêj ên bi sedan salan hatine meşandin, bi mîlyonan Kurd neçar mane axa xwe biterikînin. Kizilkar anî ziman ku ew hêvîdar in, di demeke kurt de aştiyeke bi rûmet pêk were û Kurdên koçber li xaka xwe vegerin. Kizilkar ragihand ku Şivan Perwer jî heyk ji Kurdên penaber e û vegera li xaka xwe mafê wî ye û got, Lê belê divê vegera wî nebe amûrek ji polîtîkayên AKPê. Di vê çarçoveyê de divê bi hesas û hurmet nêzî hestên gelê Kurd bibe. Lê mixabin Perwer bi awayekî rûmetê binpê dike, vedigere. Kizilkar da xuyakirin ku ew weke gel û hunermendên Kurd ewê ti carî li cem vê sekna Şivan Perwer nesekinin, yên para wan di vê lîstikê de hene ji bîr nekin û şermezar dikin. Kizilkar got, Emê bi ruhê strana Canê canê ya Şehîd Delîl Dogan, mîna Şehîd Delîl Dogan, Sefkan, Mizgîn, Elî Temel, Delîla, Serhat û bi sedan hunermendên mîna wan tevbigerin û bimeşin.
Posted on: Fri, 15 Nov 2013 12:52:22 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015