BİHARA KURDİSTAN Tu gul û kulîk û bihara - TopicsExpress



          

BİHARA KURDİSTAN Tu gul û kulîk û bihara Kurdistanî, Pîroza mirada dilé min rih û canî Giryé dilî wîna héstirén çahva yî Şox û şenga zozané Kardux û anzanî Zanim rumet biha héjaya Kurdayî Li dîroké berxwedana can û dildayî Bi şev û rojan bandikime te tu nayî Ji Jîné bişkvyî Terazin Semyanî, Ev qinyada dilé mnî mitala rojé Şevé xewna min deyî dilé min disojé Ax"n ji desté te awir xwedar mérkojé Spehya spehiyayî ronya erd û ezmanî. Çima ew qas dilé min riht dikî deynakî Ma qey heqé min tune rojekî dilé min şakî Li vé bihara jîné hing misqalkî xweşkî Rû roj û çav sitér û birihîv zozanî . Bawer bike îro sebra min bé te nayé Ji méjde dil ne nexwşim nava éşû tayé êqbala me buye qedera li ber bayé Kepî elmas léhv gul ziman Kurdî ciwanî . Çi qas béjim nika pesné te bidim yaré Li ber çavé minî wek roja biné daré Me soz û peymanek nav xwe danî évaré Stu bilor û gerden zér sing û ber mircanî . Tu zanî bu te çi dibéjim çi dixwînim Vé efsan û eşqa te ya xweş dinvîsînim Çawa dikim nakim nikarim te bibÎnim Ehnî tîroj û bext sipî berfa Sîpanî . Zanim pora xwe dihonî çahvan kil dikî Tu çi havîngehî dilé min honik nakî Ley şapa eşq Û evîné li min rast dikî Bisk çemé Zab Arasa dora Gola Wanî . Nizanim çi dixazî ji dil nayî rehmé Çend sal zemanin te kir nav éş û elemé Biné re çi qas çi qas ez ji tera dikim xemé Kezî Dicle Firata Mezopotamyanî . Ji eslek paqij bedewî Karduxiya min Horî perya baxé behişta welaté min Fîstan kesk û sor Û zerî xemla Ala min Bejin bilind zirav por sûlava Aryanî . Ev baxû bûstan û çiyayén te ne hemî Li ser rûniştîne Ereb û ecem Romî Li dilé min de xwînşérÎn û nazenînî Awir agir û péta Zerdeşté Rézan î . Bi eslé te bilind û serfirazim her çax Mirî li ber béhna te ji goré dibin sax Loma her dem li kula te dikim axÛ ax Xweş evînî Cejna Newroz û Méhrîcanî . Destû tilî henene ji xwÎna ziwa şil Li ber xemlate bişkivÎne kulîlk û gul Tér nabim ji awirén çahvén te yén reş kil De béje min qey tu milyaketa Yezdanî Yan tu jî buyî kevoka çiyayé Berzan Ser min ra firdidî ew qas bi nav û nîşan Ma li bejna te çahvén hemî keç û xortan Îro ser xéré bibî bersîv û mizgînî Nazdariya neke bu min béje ciwané Min béhrya te kirye gulçÎçeka jiyané Ji eşqa te dîn bu Dilpét Jilîyé Bohtané Aştî Dîmokrasî Azadî Serxwebun Bese te ez te qandim ji vé bé dengiyé Ez jî wek te quçberim li vé xwerîbîyé Şérîn şerberbeta ava heyata saxiyé Li dilé Dilpét derman melhem nûşûcanî Dilpét jélî.
Posted on: Mon, 22 Jul 2013 02:28:13 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015