CEMÎL BAYIK | Yeni Özgür Politika Dijberiya PKK’ê - TopicsExpress



          

CEMÎL BAYIK | Yeni Özgür Politika Dijberiya PKK’ê dijberiya Kurdan e ********** PKK 35’emîn salvegera damezrandina xwe bi coşeke mezin pîroz kir. Ev pîrozbahî nîşan didin ku gelê Kurd baş fêmkirine ku PKK ji bo wan û dîroka Kurdistanê nirxeke mezin e. Ji ber ku tevgereke 40 sal e bê tevgereke çawa ye di jiyana bi wê re fêm bikirine. PKK ev 40 sal in têkoşîna azadiyê dimeşîne û bi vê re bûye rûyê gelê Kurd ê cîhanê. Di dinyayê de wekî gelê Kurd tu gelekî din tune ye ku bênavber têkoşîneke 40 salan nemeşandine. Di şert û mercên wiha dijwar de tu gelekî din tênekoşiya ye. Tevgera Azadiya Kurd vê têkoşînê di mercên dijwar de meşandiye. Tirkiye wekî endamekî NATO’yê di şerê bi kudan re alîkarî ji endamên din ên NATO’yê wergirtiye. PKK wekî ku bi NATO’yê re şer kiriye. Bêyî hincetên şênber nîşan bide xistina nava lîsteya terorê rastiya wan nîşan nîşan dide. Ligel ku tu çalakiyên PKK’ê li hemberî van dewletan pêk nehatiye jî xistina nava lîsteya terorê, bê şerekî çawa qirêj dane meşandin nîşan dide. Di rastiyê de xala 5’emîn a NATO’yê bi vî awayî meşandine. Wekî tê zanîn xala 5’emîn wextê ku li hemberî endamekî NATO’yê êrîşek pêk were hemû endamên din li cem dewleta ku rastî êrîşî hatiye cihê xwe digirin. Ev xal tenê li hemberî gelê Kurd û PKK’ê pêk anîne. Lê belê ji ber ku ev şerekî neheq û qirêj e xala 5’emîn ne bi awayekî aşkera, bi awayekî veşartî pêk anîne. Ev qedexeya li ser PKK’ê derxistiye holê ku ev ne li hemberî rêxistinekî li hemberî gelekî hatiye derxistin. Azadiya vî gelî ne ji bo yê gelê Ewropayê ye, ji ber ku dijberî berjewendiyên dewletan e, bi vî awayî hatiye fêmkirin. Tu rewabûna vê qedexeyê di wijdan û çavên gelê Ewropayê de nemaye. Heta piraniya nûnerên saziyên siyasî yên Ewropayê di axaftinên nav xwe de dibêjin ku qedexekirina PKK’ê ji bo wan bêwate ye. Ev jî nîşan dide ku tenê ji bo berjewendiyên aborî û siyasî ev qedexe derxistine. Li hemberî qedexekirina PKK’ê bi tevlibûna gelek nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên Ewropayê li Berlînê mîtîngek hat lidarxistin. Ev mîtîng nîşan daye ku ev qedexe di nava raya giştî ya Ewropayê de tu qîmeta wê nemaye. Bi rastî tu aliyê wê yê rewa û hiqûqî jî tune ye. Jixwe ev asta ku bi têkoşîna PKK’ê derketiye holê qedr û qîmeta wê ya di nava gel de nîşan dide. Hevdîtinên ku bi navbeynkariya sazî û dewletan ên li navenda Ewropayê li Osloyê pêk hat û îro diyaloga li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tê kirin vê rastiyê nîşan dide. Bi vê wesîleyê em ji hemû nivîskar, rewşenbîr ên Ewropayê û raya giştî ya demokratîk ku li hemberî qedeya Ewropayê bi tevgera me û gelê me re di nava alîkariyê de ne re rêzdarî û hezkirinên xwe pêşkêşî wan dikin. Raya giştî ya Ewropayê û hêzên siyasî vê yekê baş dibînin ku ger terorîstek hebe ew jî dewleta tirk e. Pêkanînên dewleta tirk ên li ser gelê Kurd meşandine ne dewletên ku wekî terorîst tên binavkirin û ne jî rêxistinekê pêk neaniye. Dewletên faşîst û diktatoran jî tiştên ku Tirkiyeyê bi Kurdan kiriye, nekirine. Dibe ku li dinyayê dewleta tekane ya ku faşîzm herî demdirêj lê te meşandin û lê bûye sazî Tirkiye ye. Li dinyayê ji bilî Tirkiyeyê li tu dewletan bi hezaran gund nehatine şewitandin û valakirin.Li tu dewletan biqasî Tirkiyeyê tu kes ji ber sedemên siyasî nehatine girtin. Hê jî li dinyayê hejmara girtiyên siyasî yên herî zêde li Tirkiyeyê ne. Heta di vî alî de bi awayekî vekirî li pêş e. Girtina bi hezaran siyasetmedar li ser navê operasyonên KCK’ê dijdemokratîkbûna Tirkiyeyê nîşan dide. Her wiha Tirkiye di gelek bûyerên dermirovahî de jî di pêşiyê de ye. Ev rastî bê Tirkiye ji bo rastiyê ji civaka xwe û yê cîhanê veşêre û wan dixapîne çawa şerê derûnî yê berfireh dimeşîne û dewleta şerê derûnî ye. Ev rastî bê polîtîkaya qirkirina çandî û înkara li ser Kurdan dimeşîne bê çawa kûr û bi plankirî dimeşîne radixe ber çavan. Ev rastî nîşan dide ku Tirkiye bi vê polîtîkaya ku li hemberî PKK’ê dimeşîne di bingeha xwe de li hemberî hemû Kurdan dimeşîne. Hin dewletên tirk û hikûmeta AKP’ê dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, lê belê nirxandinên ku naxwazin bi PKK’ê re çareser bikin, dikin. Nirxandinên bi vî rengî xefleteke mezin û xwe xapandine. Ev xeflet û xwe xapandin ji bo veşartina aliyê qirkirina çandî ya Tirkiyeyê pêvtir nayê tu wateyê. Di vî alî de gotinên nezanî xetereya herî mezin e. Divê ev yek bê zanîn ku ne dewlet û ne jî AKP tu polîtîkayên wan ên çareserkirina pirsgirêka Kurd tune ne. Hê jî di aliyê hişmendî û polîtîkayê de tiştên berê li gorî şert û mercên îro diguherîne û pêk tîne pêvtir xwe neguherandiye. Tiştên ku wekî guhertinê tînin ziman û nermbûn biqasî ku xisleta pergala qirkirina çandî biguherîne pêk nehatine. Heta di nava xisleta ku qirkirina çandî veşêre de ye. Polîtîkaya ku niha tê meşandin ev e: divê gavên ku vê pergala qirkirina çandî biguherîne û wê rawestîne biavêje; divê vê yekê derbas bike. Ji ber ku PKK tevgera herî bi hêz e û pergala qirkirina çandî tengav dike dijberiya PKK’ê dike. Ger ku li Tirkiyeyê tevgereke din di vê astê de wê tengav bikira hebûya, bila gumanên tu kesî tune be nasnameya wê çi dibe bila bibe Tirkiye li hemberî wê tevgerê heman polîtîka bimeşanda. Pirsgirêk ne bîrdoziya PKK’ê û ne jî xisletên din ên PKK’ê ne. Pirsgirêk xisleta bîrdoziya Tirkiyeyê û pêkanînên wê yên polîtîk in. Ger ku polîtîkaya çareseriyê ya dewleta tirk û AKP’ê hebûya muxatabê herî guncav PKK ye. Bîrdozî û tevgera siyasî ya tekane ku dûrî nîjadperestiyê ye û dixwaze di çarçoveya demokratîkbûnê ya biratiya gelan de pirsgirêka Kurd bê çareserkirin a PKK’ê ye. Ji PKK’ê pêvtir tu hêzên din helwesteke di cih de nîşan ne dida. Tekane bingeha daxwaza xweseriya demokratîk heye û ew jî demokrasî ye. Ji ber ku dewleta tirk û AKP ne demokratîk in pirsgirêka Kurd çareser nakin. Ji ber vê yekê ger ku pirsgirêk nayê çareserkirin sedema wê ye sereke ji ber ku dewleta tirk ne demokratîk e.
Posted on: Fri, 29 Nov 2013 04:39:42 +0000

Trending Topics



(3 DAYS
God, Gods, and Fairies by David Bentley Hart One of the
Spaces are full for our 2014 #ROV Pilot Technician courses in Fort
Can you blow my whistle baby, whistle baby, let me know Girl I’m

Recently Viewed Topics




© 2015