Destana Derweşê Evdî Xwendevanên hêja ev destana - TopicsExpress



          

Destana Derweşê Evdî Xwendevanên hêja ev destana Derweşê Evdî ye û ji hêla birêz Celîlê Celîl ve hatiye berhevkirin. Berî niha di kovara Jiyana Rewşen de hatibû weşandin. Ev cara yekem e em bi vî rengî diweşînin. Em hêvîdar in hûnê di xwendina vê destana balkêş de wextekî xweş derbas bikin û heta gotinên dawî bixwînin. Bavê Derwêş Evdî bû. Derwêş hê tune bû. Evdî şivanê Zor Temir Paşayê Milî bû. Hafirê Gêsî û Ecîl Brahîm şêxê hezarûpênsed gêsî bûn. Gêsa ereb bûn. Rojekê gêsa li hebûdinê civiyan. Hafirê Gêsî ji Ecîl Birahîm re got: „Emê nijdekê bavêjine ser kîka û mila. Emê konê Zor Temir Paşa bidine ber şûrave.“ Ewî eşîra xwe hilanî û bi ser konê Zor Temir Paşa de girt sed mêr jê kuşt. Zor Temir Paşa rabû reviya. Evdî li mehîna Zor Temir Paşa suwar bû, şûrê xwe hilanî û kete nav neyara. Bû çingîna şûra, bû terqîna mertala. Ew hezar suwarê gêsa ji ber Evdî reviyan. Evdî sed mêr ji wan kuşt û hate malê, ji hespê peya bû. Hingê kêfa Zor Temir Paşa zaf zaf ji Evdî re hat, çima ku Zor Temir Paşa ji ber neyara xilas kiribû. Zor Temir Paşa Evdî zewicand. Sala wî qediya, xwedê kurek dayê. Zor Temir Paşa navê wî danî Derwêşê Evdî. Zor Temir Paşa gelekî ji vî lawikî û ji bavê wî hes dike, weke birayê xwe ji wan hes dike. Sal û zeman ketine nav, Derwêş mezin bû, temenê wî bû bîstûpênc sal. Piçek mal û halê wan çêbû. Evdî ji ber Zor Temir Paşa derket. Edûlê, qîza Temir Paşa bû, ew jî qîz e û gelek delal e, li ber dilê dê û bavê xwe de gelek ezîz e. Derwêşê Evdî hê ji Edûlê delaltir e. Dilê wî û Edûlê li ser hev heye. Evdî konê xwe li beriyê vegirt. Elî û Bozan her du birayên Evdî ne, Sadûn jî birayê Derwêş e. Ev her du malên han ji hev naqetin, tev êzîdî ne. Evdî extiyar bû, temenê wî bû nod sal. Zêdeyî Derwêş û Sadûn zaroyên wî tune bûn. Berhevkirin: Celîlê Celîl Dilê min liyan e, erdê beriyê erdekî dûz û bêpîvan e Hezarûpênsed suwarê gêsa li hev civiyane, çûne dîwana girane Li ber xwe danîne Qurana Ezîmşane Dibê, emê hicûmeke mezin bavêjin ser kîkan û milane Dibê ewil emê biavêjine ser kozê qîz û bûkê wane Hicûma didûya emê bibine ser qîz û xortê kîkan û milane Hicûma sisiya, emê konê Zor Temir Paşa bidine devê şûrane Ji berê da em dijminê bav û kalane Mektûbek nivîsandin, mektup bi qasî cerîdan(rojnameyan)e Dane destê du heb xortane, Got; „ bibin û herin dîwana Zor Temir paşayê milane, Bêbextî di nava me de ne xûyane.“ Berê xwe dane oda Zor Temir paşayê milane, Çûne devê deriyê odê sekinîn û mektûb dane destane. Ev herdu xort vegeriyane nava gêsane Zor Temir paşa rûdinê û mektûbê dixwîne, destê xwe li çoka xwe dixîne, stêrkê xwe dibarîne, dibêje, „Evdî jî ji ba min çû, kes qeweta min tinîne“. Liyan e, liyan e, liyan e, Zor Temir paşa gazî kir giregir, fêris û pelewanê kîkan û milane, Temam di oda giran da li hev civiyane Tev ji nava xwe razî ne, Filan ibin filan e, Qelûnê wan temama di destê wane, Ebayê Basrayî li nava milê wane, Şûrê wan tev girêdayî ye li kêlekê wane, Tûtunê dikşînin, ode bûye toz û dûmane, Mektûba neyara bi destane. Mektûb der anî, mektûbê dixwîne, Got, „Gelî kîkano, gelî milano, gelî fêrisno, gelî pêlewanino, hûn baş bala xwe bidine vê mektûba hane“ Dibê, „dilê min liyan e, liyan e, liyan e, Erdê beriyê erdekî dûz e, bêpîvan e, Hezarûpênsed suwarê gêsa tê da li hev civiyane, Kişiyane dîwana girane, Ecil Birahîm milûkê wane, Hafizê gêsî bêyreqdarê wane, Li ber xwe danîne Qurana Ezîmşane, Teva sond dixwar bi Ezîmşane, Teva sond xwar bi vê Qurana hane, Emê hicûmekê bidine ser kîka û ser milane, Hicûma ewil wê bavêjineli ser kozê qîz û bûkê we kîka û milane, Hicûma didûya, wê şûr berdine qîz û xortane, Hicûma sisiya, wê konê Zor Temir paşa bidine ber devê şûrane, Gelî mêrxasa îca şer giran e,“ Simbêla wan melûl bûn, Serê simbêla kete ser lêvane, Madê xwe kirin weke jinebiyan e, Weke çalê genim, erd bi darka kolane, Di ber xwe da hêdî hêdî giriyane, Yeko yeko rabûn, derketin ji oda Zor Temir paşayê milan e, Edûlê hate odê, sekinî, got, „Zor Temir paşa, bavo dilê min liyan e, Qet tu nizanî, heye Derwêşê Evdî, lawikê Êzîdxan e? Ew e, ku dibe qesasê hezarûpênsed suwarê gêsane, Ew e, ku konê te xilas dike ji devê şûrane, Derwêş di nava pêlewana da gelekî navgiran e, Zor Temir Paşa dibêje, „Edûlê de rabe, mektûbekî binivsîne, Ji Derwêşê Evdî re, lawikê êzîdî re bişîne.“ Edûlê radibe mektûbekê dinivisîne, Dide destê xortekî û zû dişîne, Derwêş li ser mêrgekê sekiniye, Hevsarê hidman bi destane û Hidman diçêrîne Derwêş mektûbê ji destê wî xortî digre û dixwîne, Mektûbê maç dike û li ser eniya xwe datîne, Li Hidman suwar dibe û dixarîne, Xwe bi malê digihîne, Ku va ye bavê wî, Elî û Bozan û Sadûn tev rûniştîne. Sekinî, mektûbê ji wan re dixwîne, Got: „Evdî bavo, dilê min liyan e, Erdê beriyê erdekî dûz û bêpîvan e, Hezarûpensed suwarê gêsan tê da li hev civiyane, Tev çûne dîwana girane, Ecîl Birahîm milûkê wane, Hafirê gêsî beyreqdarê wane, Li ber xwe danîne Qurana Ezîmşane, Teva sond dixwar bi vê Qurana hane, Em û kîka û mila neyarê bav û kalan e, Emê hicûmek mezin bavêjine ser kîka û milan e, Hicûma ewil li ser kozê qîz û bûkan e, Hicûma didûyan emê şûr berdine qîz û xortane, Hicûma sisiya emê konê Zor Temir Paşa bidine devê şûran e. „ Mektûb hate dîwana Zor Temir Paşayê milane, Zor Temir Paşa mektûbê dixwîne, Fincana qehwê li ser destê Edûlê datîne, Edûlê û fincana qahwê li ser tepsîka zêrîn datîne, Li nava dîwana kîka û mila digerîne, Heçi kesê fincana qahwê ji ser destê min hilîne Ewê min mar ke, ê heyfa bavê min hilîne.“ Dibê: „Bavo dilê min liyan e, liyan e, Tu bide min Elî û Bozan e, Tu bide min Sadûnê birane, Ez im, ku herim fincanê hilînim ji ser destê Edûla qîza Zor Temir Paşayê milane, Ez im diqelînim hezarûhevsed suwarê gêsane, Ez im konê Zor Temir Paşa xilas dikin ji devê şûrane, Bavo, Zor Temir Paşa elekdar e, Emekê wî li ber çavê min xûya ne.“ Dibê, Evdî giriya û stêr ji çavê bavê wî bariyane, Go: Wey li min û vî bextê hane, Lawo, sebir bike, sebir ji ba xwedê ne, Ezê du xebera ji kurê xwe re bêjim, bala xwe bide vê xebera hane. Go, lawo, emrê min hijde salî bû, ez şivanê mala Zor Temir Paşayê mila me, Careke din li ser serê wî rabû fermaneke girane, Kîka, mila ji ber gêsa reviyane, Ez rabûm suwar bûm li mehîna Zor Temir Paşayê milane, Min şûr girêda, mertal avête zendane, Ez dageriyame nava neyarane, Dibê çingîna şûra, terqînê mertalane, Got, lawo, min sed ji wan kuştin û tev ji ber bavê te reviyane, Min konê Zor Temir Paşa xilas kir ji destê neyarane, Paşî Zor Temir Paşa çi got? Go: „Evdî, Êzîdiyê li Çiyayê Şengalê dibe dizê keran e. Tu ji ya bavê xwe bikî, Zor Temir Paşa bêbext e, emekheram e“. Derwêş dibê: „Bavo dilê min liyan e, liyan e, Sûretê Edûla Zor Temir Paşa li ber çav e, Ez bextê te de, tu dilê min neşkênî ji bo vî şerê hane, Tu bide min Elî û Bozan e, Tu bide min Sadûnê bira ne, Emê suwar bibin li hespane, Herine dîwana Zor Temir Paşayê milane, Emê binêrin ray, şêwir û tekbîra wane. „ Dibê, Derwêş rabû ji piyane, Cilê zirî û mizirî kişande xwe, suwar bû li Hidmane, Xatir xwest ji dê û bava ne, Got: „Bavo, bavo, çûn bi destê min e, hatin bi destê xweda ne.“ Bi Derwêş re suwar bûn Elî û Bozan, Sadûnê bira ne. Ev her çar derketin, berê xwe dane dîwana Zor Temir Paşayê milan e, Giregir, fêris û pelewanê kîka û mila di dîwana Zor Temir Paşa da li hev civiyane. Dibê; Derwêş nêzîk bû, devê derê dîwana wane, Hidman çav bi mihîna ket, bû hişîna Hidmane, gotin ev Derwêşê Evdî ye hate dîwana girane. Derwêş û Elî û Bozan û Sedûnê bira peya bûn ji hespane, Kişiyane dîwana girane, Tev ji ber Derwêş rabûn û sekinîn li piyane. Derwêş rûnişt li ser doşeka herba girane, Li tenişta wî rûnişt Elî û Bozan û Sedûnê birane, Edûlê seh kir, ku Derwêş hate dîwana girane, Fincanê qehwê danî ser destane, anî gerand li nava fêris û pêlewanê hane, Derwêş rabû piya, fincana qehwê hilanî ser destane, Qehwê danî ser dev û levane, Di nava odê de devê xwe xiste hinarê rûyê Edûlê û ramûsane. Derwêş rabû derket ji oda girane, Pê ra rabûn Elî û Bozane û Sedûnê birane. Derketin, suwar bûn li hespane. Şûr û mertalê wan li milê wane. Mînane Ezraîl û Cebraîl, ku dagerin ji ezmane, Zor Temir Paşa gazî kir: Ûsif Efendî, tu jî here bigihîje wane“ Gazî kir li Elî û Silêmane, Ew jî du fêris û pêlewane Got: „Hûn her du jî herin bigihîjine wane.“ Paşî bavê Derwêş û Diyar Elî û Bozane, Hatine mala Zor Temir Paşaye milane, Xwe avîtine ser dest û piyê Edûla Zor Temir Paşayê milane. Got, em ketine bextê te û xwedane, tu herî pêşiya Derwêş, destê xwe biavêjî hevsarê Hidmane. Tu bêjî, diya te û Elîyê birayê Bozane, Bavê te gune ye, mala we bê xweyî û bê xwedan e. Got: „Derwêş, ez ketime bextê te û xwedane, Mala we mişemir e, bê xweyî ma ye“. Derwêş got: „Edûlê, bes e ji van ten û niçune, Ez nadim Elî û Sedûnê birane, Ê gelek kûçkê wa kîka û mila hene, Wê kenê xwe min bikin û wê bidin hilobiyane.“ Dibê, Derwêş serê xwe ji Edûlê re nizm kir, Edûlê serê xwe jê re bilind kir, Derwêş devê xwe xiste hinarê rûyane, Dibê nava kîka û mila da bû çîreçîre ramûsane, Dibê Derwêş berda serê Hidmane, û berê xwe da serê rê û dirbane, Derwêş gazî kir: „Gelî birano, gelî hevalno, ji berê de kuştin riya mêra ne, Mirov têye kuştin, namûsa xwe nade destê neyarane, Dilqewî bin, bi emrê xwedane.“ Û hev ra meşyane. Dibê, ji efendimê xwe re bêjim: Berî-berîstan, çolî-çolîstan, Havîn çû, ma zivistan Serê Derwêşê Evdî û her pênc hevalê wî Hêja têkeve şer û qewxê girane. Derwêşê Evdî, Elî û Bozan û Sedûnê bira, Elî û Silêman û Ûsif katibê wan, peya bûn ji hespan Û li ser kaniya xwe re rûniştin, Xwarina xwe xwarin, hespê xwe çêrandin, Derwêş gazî kir: „Gelî hevalan, Hûn li vir bin, ezê herim binêherim û temaşe kim, çika ev koma van neyara li ku derê ne, rast e anî derew e?“ Dibê hevalê wan, Derwêşê Evdî hespê xwe siwar bû û meşiya, Çar seheta ew rê çûye, Bala xwe dayê, ku hezar kon vegirtî ye, Got: „Ev konê kî ye?“ Qîzika lê nihêrt û tirsiyan, Gotin, „Tu neyarî? Karê te li vir çi ye?“ Got: „Ez ne neyarim, du devê min hinda bûne, Gelo we devê min nedîtiye?“ Her çar keçika got, kur û giriya, Û Derwêş li pey wan çûye. Ev her çar keçik çûn ketine konê şêxê wan û qîrîn li malê kiriye, got: „Siwarekî va ye li pey me hatiye.“ Derwêş hat devê derê kon sekinî, kalekî extiyar di bin kon da bû, Ev kalê han rabû û çû pêşiyê, Derwêş nas nekiriye, Bes Hidman nas kiriye, Ewî û bavê Derwêş bi hev re hevaltî kiriye, Mehîna Evdî hêja li bîra wî ye, Zane, ku Hidman jî ji wî terzî ye, Kal got: „Xort, tu ne Derwêşê Evdî yî? Tu jî min re bêje bi rastiye, Tu derewa çi kî, tu ne li deva digerî, Tu car me te nedîtiye, Tu gelekî bi xezebî, te cilê hesin xwe kiriye, Te wisa şûr û mertalê girêdaye Ji apê xwe re bêje, binêr îşê te çi ye?“ Derwêş got: Apo, ezê ji te re bêjim bi rasiye, di nava me û gêsa de neyartî ye, Ez hatim ku komê bibînim, koma wan li kû derê ye.“ Got: „Lawo, tu xortekî gelekî heyf î, min û bavê te, me bi hev re hevaltî kiriye, Bi a min bike, tu mekeve şerî ye, em misilman in û tu êzdî ye, û heq û hesabê te li rihê te çi ye? Ji me gere, di nava me û mala Zor Temir Paşa da neyartî ye?“ „Bes ez eşîra Zor Temir Paşayê milî me! Min nan û ava wî zaf xwariye.“ Evî kalî gote Derwêş, got: „Lawo înca ezê tere bêjim bi rastî ye, Hezar siwar tevî Hafirê Gêsî, Ecîl Birahîm li girê Leylanê, li Gola Zeytûniyê sekiniye, Lawo, ez ketime bextê te, xweda tu xwe bernedî vî agirî ye.“ Derwêş xatir ji kalê xwest û vegeriya, Hate ser kaniyê, bi hevala rûniştiye, Got: „Gelî hevalan, ez çûm, min seh kiriye, Karê xwe bikin, em rabin, weke şêra, bi hev re hatine vî şeriye.“ Bi hev ra rabûn û li hespa siwar bûn, û li ser riya Girê Leylaniyê û Gola Xatûniyê kar bûn, û bi nêzîk bûn û bi hev hesiya bûn, şerîet û qanûn li nava wan bû, Ecîl Birahîm şêxê wan bû, Hafirê Gêsî beyreqa şer hilda bû, Seet yek qirarê wan bû Sehet yek temam bû. Derwêş û Sedûnê bira, Û Elî û Bozan û Elî û Silêman, Ûsiv katibê wan, şûr ji kolan kişandin, ketine nav neyara, Bû çingîna şûra, terqîna mertala, bû hîşînê hespa û li hev dabû, Mêr tênê kuştin bi seda û xwîn rijiya bû, ji neyara du sed hate kuştin, Zor Temir Paşa kuştî Elî û Silêman bû. Şer sekinî bûna berda bû, Rabûne ser xwe, dîsa li hev dabû, Bû çingîna şûra, bû hişinê hespa, Bû teqînê mertala, dê dev ji ewladê xwe berda bû, hingî ku şer giran bû, ji heşsed siwarî hate kuştin, çar sed mabû, Bi van siwara re hate kuştin Sedûnê bira bû, Derwêş, Elî û Bozan mabû, Ûsiv, baş katibê wan sekinî bû li dera ha bû, Ûsiv dinêre, mêraniya Derwêş çewa bû, Dinivîsîne li ber çavê wî xûya bû, Careke dinê şer giran bû Derwêş û Elî û Bozan ketine nava van her çarsed siwarê ha bû. Weylo,weylo, weylo, weylo Dibê Derwêş bînaya melkemotê kalê Bînaya Ezraîl û Cebraîl tirs û hêbet xiste nava xelqê, Bû çingîna şûra, bû hişîna hespa, bû terqîna mertala û ji sibê heta êvarê li hev dabû, Derwêş sêsed siwar kuştin, sed siwar ji wan mabû Ecîl Bîrahîm, Hafirê Gêsî hêja sax bûn, Bi van siwara ra hate kuştin û Elî û Bozan bûn, Liyan e, liyan e, liyan e, liyan e. Şerê Derwêş şerekî girane, Derwêş siwar bû li Hidmane, Du mûyê melkemota nav çavane, şûr kişand ji kalane, Hicûm da Hafirê Gêsî û Ecîl Birahîm, şêxê wane. Bû çingîna şûra, bû hîşîna hespan, bû terqîna mertala, Derweş mêra dikuje, wan ser piştê hespa berdana, Pêncî ji wan kuşt, pêncî û Hafirê Gêsî û Ecîl Birahîm mane, Divê, şerê Derwêşê Evdî, lawikê êzdî, hêja kete şer û deyê girane, Lingê Hidman kete qulê cird û mişkane, Lingê Hidman şikestin ji her du çokane, Derwêş qulibî, kete ser piştane, Hafirê Gêsî û Ecil Birahîm, şêxê wane, Û vî pêncî siwarê han ajotine ser laşê Derwêşê Evdî, siwarê Hidmane, Ji hespa peya bûn, wî dane ber şûrane. Weylo, weylo, weylo Ûsif başkatib hate dîwana Zor Temir Paşayê milane, Got: „Ka ji te re mêraniya Derwêş ber çavê we xuyane.“ Edûlê sekinî û kuştina Derwêş bihîst û bi ser hinarê rûyê xwe va giriya. Xelqê got, heqê wê heye bigirî. Înca Edûlê kilam avîte ser Derwêşê Evdî. Edûlê dibê: „Here delalo, here delalo, lo, lo, lo delal, Siwarê mala bavê min ji mal siwar bûn, germa vê havînê Pêşiya selefê siwara kete Çiyayê Evdil Ezîzê, Nîvê suwarê ma li Girê Leylaniyê, Gola Xatûniyê, Paşiya siwara ma li Qiraçê Mêrdinê, Gelî kîkan û gelî milano, Heçî kesê, ku cewaba Derwêşê Evdî, Siwarê Hidman, lawikê êzdî, delalê malê, xemê binê beriye, ji nava hezarûpênsed suwarê gêsa ji min ra bîne, Ezê bidimê çar aşê bavê min li ber Ava Nisêbînê, Ezê di ser da bidimê hezarûpênsed zêrê osmanî ji xizînê. De bajo, de bajo, rê dûro, de bajo, Hesp betilî de bajo, Kîskê te qulo, titûna te rijiyao, de bajo, Eba ser milê te sê tixto, Li te bû belawo, de bajo, Malê me wan e, serê çît û berçîtê Zor Temîr Paşayê milî ji teva xuyan e, Sing û berê min ji te re mêrg û çîman e, Here lo delal, here lo delal, here lo delal Beriya Amûdê beriyeke rast e, çiya li mi dûz e, Pozê Kela Mêrdîne, li ser da xwar e û ser da xûz e Edûlê gazî dike: „Gelî kîkano, gelî milano, Heçî kesê cuwabekî xêrê ji alê delalê malê Derweşê Evdî, lawkê êzdî li xêmê binê beriyê, ji nava hezarûpênsed suwarê gêsa ji min ra bîne, ezê bidimê malê dinyayê, hezarûpênsed zêrê dialtûze. Here lo delal li min avîtiye stêrka sibê, stêra Recilxere. Li Hidmanî nêre, Hate devê derê Zor Temir Paşayê miliyê min, Lingê xwe lê da li şim û mesê zêre, Bi meşa kevokî hêdî hêdî ez çûme pêşiyê, min destê xwe avîte li hevsarê Hidmanî nêre, min go, lo lo lo delal, ez nizanim, te ne şer e û te ne xêr e, Delal xeyîdî bi min ra xeber neda bi serê zimêne, Min go, lo lo lo delal, ez te nadim bi Hemmê Bi Kinê, bi her du fêris û pêlewana, ku li xêmê binê beriyê ji kuştinê, ji malê we emê nabin têr e, Ez te nadim bi kurê Bedirxan Begê mîrê Bota ji maleke del û têr e. Lo lo lo lo delêl Ez te nadim bi sultanê dînê Êzîdxanê Ku li Çiyayê Şengalê îsal hezarûpênsed salê wan qedyaye, quruşekî wan negihiştiye destê dewletê, neketiye kasa xundkêre. Delêl xeyidiye, bi min ra nade bi serê zimêne, Min go, lo lo lo delêl te goştê min heland, teyê hestiyê min rizand, Bala xwe bide tilî pêçiyê min î zerî Zeytunî, bînana mam û şima dihelin, bi enişka milê min vebû bimêre. Lo lo delêl, ji bîna tilî, pêçiyê min teyra Serê xwe der aniye ji hêlînê mêra, serê xwe der aniye ji qulê dîwêre, ezê rabim xilxalê lingê xwe bişkînim, ji Hidman ra bikime cotekî nêle, Ezê xizêma pozê xwe derxim jê ra bikim hûr bizmêre, ezê keziyê xwe bibirim, ji Hidman ra bikim gulik û rîşî û du hevsêre. Ji îro pê de, wê berê te têkeve binê beriya nava hezarûpênsed suwarê gêsa, xelqê bibêje: „Ev siwarê hanê çiqas bi hizn e, çiqas bi delal e û çi bi cemal e, Here lo delal, here lo delal, here lo delal De bajo rêdûro, de bajo Ji hevalê mao de bajo, Kîskê te qulo, titûna te rijiyao, de bajo Ebakê te sêtixto Li ser milê te bû belao de bajo Malê me wane, serê çît û berçitê konê Zor Temir Paşa ji teva xuyane Derdê min derdekî giran e.“ Edûlê sekinî kêrik li zikê xwe da ji bo xatirê Derwêşê lawikê êzîdî, suwarê Hidmane. De way waylêr, de way waylêr, Delalo, Mîrê Ûnisî vê sibê deng li şera kir, Got: „Gazî Derwêşê Şex Evdî kin, Weynin heramê dîwanê, Destê lê xin kelemçêye, Lingê deynin li qeydêye, Bigirin bavên zindanêye.“ Delalo diliko, Te malîpiro elîhindiko, Ji xelqê ra ne tişteko, Ji min wetirê ez, daketime Deşta Bêlêcûka, Têkevime nava hezarhefsed hinarî, hinarekî Ji xwe re bibijêrim, şîrîna bêdendiko, Way waylêr, way waylêr, way waylêr Delalo tu delalî De way waylêr, de way waylêr Derwêsê Şex Evdî gote Mîrê Ûnisî, Got: „Ev xeber ji devê te hevt bavê te zêde ye, Heta tu destê min deynî kelepçe ye, Lingê min lê xî qeydê ye, Min bigirî bavêjî zindanê ye. Bi îzina rebê alemê, ezê sê sed mêrê Ûnisî Rehet kim orta dîwanê bi saraniyê ye.“ Way waylêr, way waylêr, way waylêr, Delalo tu delalî. Way waylêr, way waylêr, way waylêr Delalo minê vê sibê ji xwedanê xwe re çi bigota? Jê çi bixwesta? Mala bavê min bar kira, daniya zozanê şerefdînê, Çiyayê Eledaxê, Çiyayê Girîdaxê, Her sêk mil bidana ser, kona mala bavê min bihata xwar e, stûna konê pêşîn ji ortê ve bişkesta, Derwêşê Şêx Evdî hate binê beriya Jêrîn, Siyarê Senemê, xwedanê Zeng û zêrîn, Bajota bihata derê çadira min porkura Xwedê bisekiniya zarê şêrîn taseke ava sar ji min bixwesta, Minê dest bibira cêba xwe tasa zêrezîve Nexş kiriye derxista, meşiyama ser kaniya Kurd Elo Mehmed Paşa tijî ava sar kira Baniya Pîr Merîfet kemedar bûma bidama li desta Avrûyê çavê birûyê belek, şirîkê xizêma xwe Delalo diliko bi lêvê xwe bigesto. Te malîpiro elîhindiko, Ji xelqê ra ne tişteko Ji min we tirê dakevime Deşta Bêlecûko, Têkevim nava hezar hev sed hinarî, hinarek ji xwe ra bibijêrim şêrîno bêdendiko Way waylêr, way waylêr, way waylêr. Çûme odê ode têr e, tijîkê bide destê delaliya dilê min jî.“ Tibêto dilê min neda minê destê xwe dirêjî fîncana qehwê, kir tijî kir bir da desta, Minê nizanibû ji şerma bû ji germa bû, Ji tirsa bû destê min ricifî çokê min lerizî Niqutekî rijiya ser eba Besra yê Derwêsê Şêx Evdî jî, Kubara sibê rabûm min qolî zêrê serê Xwe qetand, çûme li hemayê li hekayê Min do hevt qalib reqiya sabûnê hildam Pê da pê da meşiyam çume ser Ava Xamûrê, Minê ebayê Besrayê Derwêsê Şêx Evdî Hûtê binêya beriya jêrîn siyarê Senemê Xwedanê zeng û zêrîn şuştiye hev qalib Sabûnê destê min da mefiyaye Ava Xamûrê Bextê min porkurê ser min da miçiqiye eba Bexrayê Derwêşê Şêx Evdî temîz nebû ji vê Qirêcê, ko li derdê eba Besra ma dilê mi jî. Delalo, diliko Te malipiro êlihindiko Xwedanê Şêşxana kiniko Ji xelqê re netişteko Ji min wetîrê dakevime Deşta Bêlecûko, Pêkevim nava hezar hev sed hînarî, hinarek ji xwe re bibjiêrim şêrîno bê dendiko Way waylêr, way waylêr, way waylêr, Delalo bihar e heramê derketinê Xanî germ bûne kêc ketinê, Pîra diya min hatiye ber şuştinê Hevt birê min porkurê hatine ber kuştinê Wexta çavê min li çavê Derwêşê Şêx Evdî hatê biniya beriya jêrîn dikeve, ji min tirê temama saxin hingî re dinê Delalo diliko Te malîpiro êlîhindiko Xwedanê şêşxana kiniko Ji xelqê wetirê ne tişteko Ji min wetirê dakevim Deşta Bêlecûko, Pêkevim nava hezar hev sed hinarî hinarek Ji xwe re bibijêrim şêrîno bê dendiko Way delal, wey delal, wey delal, wey delal Ber dilê evdalê xwedê da tîo ne tişteko Ber dilê min evdala xwedê da hinarî deşta Bêlecûkê xûrê kalan û pîran bêheb û bê dendiko De devê misînê qehwê ser darî darçiniya dikelijî Ezê çûme yalê dîwanê dîwan e tijî Ezê çûme yalê malê mal e tijî Ezê çûme yalê odexanê şest pênc pelawan tê de rûniştî Wexta min çû û qehwe digerandî xema min merûma xwedê nebû Wexta ezê diçûme tûşa Derwêşê Evdî lewandê şêvê lawikê êzdî Nizam kerbyana bû şermana bû yanê tirsana bû Çavê min reşebe dihatin tilî u pêçiyê min Dihejiyan çokê min dilerizîn Minê niqitka qehwê rijandibû ser eba Derwêşê Evdî Wey delal, wey delal, wey delal, wey delal wey delal Ezê pey Derwêşê Evdî lawikê êzdî re nebêjim tu delalî, divê navê kapêk pol-pere cem min tinebû Minê destê xwe bire nava sing û berê xwe Zêrekî biha dîtibû xercê şeherê bavê min î hevt sala bû Minê hildabû ezê çûme dikanê van etara Minê got, dikançîo ha dikançîo minê niqitka qehwê rijandiye ser eba Derwêşê Evdî Minê hildabû hevt qalib sabûn ê teşt û sîtil e, Ezê çûme ber cemê Payê vê mîrayê Çemê payê mîrayê wa çil çar kaniya bû. Ava çil çar kaniya min cikiyabû Hevt qalib sabûna min heliya bû, Teşt û sîtilê min qul bibû Hela hê niqitka qehwê ser eba Derwêsê Evdî neçûbû. Wey delal wey delal wey delal wey delal wey delal Ezê pey Derwêşê Evdî lawikê êzîdî re navê mêra naynime ser xwe. Dibê bihar e heyamê êlê derketinê Malê me kevn bûn kêç ketinê Hevt kurapê min ê li ber girtinê Kalebavê min ê li ber mirinê Pîrêdayka min ê li ber şûştinê Herçik çavê min çavê Derwêşê Evdî Dikeve minê tîrê gişte xweşe rûakara dinê Wey delal, wey delal, wey delal, wey delal, wey delal Ezê pey Derwêşê Evdî nabêjim tu delalî. Mîr got: „Gelî qewaza rabin pê ye, Herin bêjin Derwêşê Evdî, Mîr te dixwaze ji dîwanê ye.“ Gotê qewaza rabûn pê ye, Çûn got: „Derwêşê Evdî mîr te dixwaze ji dîwanê ye? Mîr got: Derwêşo dilê min dibê ye, Wexto li xamê jêrîn dibe qêrîna kurê Kurmanca norîna menegiya şîngîna Kosemisiriya wexta xwîn davê zengûê Menegiya ancex mêr beremberî mêr dertê ye.“ Mîr got: „Gelî qewaza rabin pê ye.! Destê Derwêşê lê xin lelê ye! Stûyê wî lê xin kelemçe ye! Milê Derwêşê Evdî bigrin biavêjin kela zindanê ye!“ Wey delal ezê pey Derwêşê Evdî lewendê şevê lawikê êzîdî re kesekîre nabêjim tu delalî. Derwêş got: „Derwêşo dilê min dibêye kivava kara kar xezalê ye.“ Derwêş got: „Mîro dilê min dibêye, Dilê te ne kivava kara kar xezalê ye.“ Tu dixwazî min bişînî pêşiya hezar hev sed mêrê eskerê Emerê Ûnisê min hatî xezêye.“ Wey delal ezê pey Derwêşê Evdî lewandê şevê lawikê êzîdî re ji kesekî re nabêjim tu delalî. Mîro dilê min yane yane Kelo dilê min yane yane Ez fêza xwe de dinhêrim zozanê kîkan û milan e Vê sibê derê konê bavê min evdalê lev civiyane Gişkî lilan bêvan e gişkî nav î binîşan e Şivqelnê yelezê destê wan e Gişk kurê axa û bega ne Ez bala xwe didimê Derwêşê Evdî, Şêx Evdî lawikê êzîdî nav da ne, Delalo delal, delalo delal Ezê çûme dîwanê dîwane tijî Çûme qehwexanê misînê qehwê serdarêd Darçîna diqijqijî Minê misînê qehwê hilanîbû dîwana mala bavê xwe bela kiribû nizanim ji hub û hizkirinê çilka qehwê ser eba Derwêşê Evdî delalê min da rijîbû. Were delal hey delal hey delal Min zêrek serê xwe qetandibû Da siyarekî ji siviksiyara Min got siyaro tu xwe kî bi navê xwedê kî Tê ji bajarê Rihayê hevt qalib sabûna reqê min ra bînî Wer delal, hey delal Çavê minê xalî nabin ji av û hêsirê zelal Bihar bû reqareqê ewra bû Guregurê çema bû Çemê Mûradê donzde movika hevt çeviya bû Çemê Mûradê li min çikiya Hevt qalib sabûn destê minde maşiya Tilî pêçiyê min weriya Eba Derwêşê Evdî delalê dilê min qehwê da ma Derwêşê qurba bihar e, heyamê derketinê Xanmanê mala bavê min evdalê germ bûne, kêç ketinê Hevt birê min wekî herine ber kuştinê, kalebavê min ber şuştinê Pîrediya min ber mirinê Wexta çavê min çavê Derwêşê Evdî Hûtê binê beriyê Qeremanî sindê dikeve Min tirê hemû sax in li rûbara dinê, Were delal hey delal, delal hey delal Mîro got: „Koru cat qewaz rabin pêye Gazî Derwêşê Evdî kin bira bê yalê dîwanxanê ye“ Wexta Derwêş hate yalê dîwanê ye Mîr got: „Derwêşo lao min re bêje rastiyê ye Çika rojê axirmê giran reqereqê darê Darima lîrxînê menegiya nalînê şêr û Erfûta hawehawê lawê kurmanca mêr Beranberî çend mêro dertê yê“? Derwêşo got: „Serê mîrê xwe kim bi rastiyê ye, Rojê oxirmê giran wexta reqereqê darê Darima Lirxînê menegiya nalînê şêr. Û erfûta hawehawê lawê kurmanca Çiqas mêrê çê be ancex mêr beranberî mêr derê ye.“ Mîr got: „Kuro cot qewaz rabin pê ye! Nigê Derwêş bavine qeydê ye, Stûyê wî bikine lêlê ye! Divê van çaxa ezê berê Derwêş bidime hevsê ye!“ Edal qîz hate biniya dîwanê ye, Lê nihêrî nigê Derwêş qeydê ye. Stûye Derwêşê lêlê ye Mîrê sibê wî bişîne hevsê ye. Edlê got: „Mîr xwedê mala te xirab ke. Te çima nigê vî şêrî avîtiye qeydê, stûyê wî kiriye lêlê ye? Texmîna min evî şêrî te re lîra kiriye sînorê der û dinê ye.“ Mîr got: „Kuro ewê lorqê bivin yalê malê Nigê Derwêş derxin ji qeydê Stûyê wî derxin ji lêlê bira here malê Emê sibê herine Beriya lucetê serê Baxê Misrê kêfê, eşqê, nêçîrê.“ Sibe bû serê sibê ye, Cot qewaz rabûne ser kulekeye Gotin: „Derwêş lao mîr te dixwaze kêfê, eşqê, nêçîrê ye.“ Derwêş rabû pê ye Etman kişand ji tewlê ye, Lê kir zînê devê ye Cot tejî avîte merezê ye Got: „Yala, ya xwedê ye, Ewe î meriva ajotin serê Baxê Misrê ye. Mîr û Derwêş va ajotin serê Baxê Misrê ser kaniya sucetê ye, Mîr got: Derwêş lao dilê mîrê te vê sibê Kivavek goştê kara xezalê dibê ye.“ Derwêş got: „Mîra xwedê mala te xirab bike Me niyate meniya do û sibê ye Vî qirê xirîxalî kivava goştê kara xezalê ye.“ Derwêş gopal avîte xezal du orta zînê etmê ye Anî serê kaniyê ye, Got: „Mîro hin te re him şîv e him taştê ye.“ Mîr xirabû kivavek goştê kara xezalê ye Qapût kişand ser xwe, ser kaniyê kete xewnê û xewê ye. Wextekî Derwêş dîna xwe dide jêre beriyê ye, lê niherî hesabê qirş û qalê erdê hesabê mijê hezar hev sed mêrê hesena ye cerdê wê pev ketine jêla tên e, Derwêş got: Mîro rabe bibîne ecebê!“ Mîr got: „Derwêş lao bike bilezîne Mîrê xwe ji van dera birevîne Îzna xwedê sibê vî çaxî ezê dîwana gişka erdekî ser textê xwe bibînim.“ Derwêşî got: Mîro tu mîrtiyê te nakeve ez ez heme Derwêşê dîn im, ezê kefenê xwe ser pişt Etmayê bişidînim, yan ezê qulyê qîz û bûkê kîkan û milan Darekê derê konê te reş bixemilînim“ Ew Derwêş e, Derwêşê dîn e Kefenê xwe li ser pişta Etmê dişidîne Zengiyê li Etmê dixirîne Li jiyarê cerdê diqîrîne Çenga li ser çenga da vedigerîne Teng û qûşa lê diqetîne Berdide dadixe ser şiherê Bîrê Qîz û bûkê şeherê Bîrê radibin temaşê Dizcê: „Hela lê binêrin tê bêjî melkemotê mêrê kulê ye.“ Qîzek dibê: „Bira xwedê bide sihetê mêrekî Tenê peşmûdê kir ayas siyarê cerdê ye.“ Were delal, hey delal, hey delal Delalo diliko biçûko efat bimendiko Xweyê rima donzdemoko Ber dilê xelqê da netûyî, netişt Ber dilê min evdal usa ne nola hinarek Hinara Laleş girirê bêdendiko Edûlê digot: „Wekî mîna koma bav û bira şerm nekira minê erebî biqîranda anizî bilûbanda Minê bigota ez ne kîkî me, ne milî me Ez berdilka Derwêşe Evdî lawikê êzdî me. Şevê dinê şev hatiye nîvê şevê ye, Mîr şandiye „Bira Derwêş bê ye!“ Mîr Derwêş dike pirsê ye.“ Derwêş rojê qewimandinê mêr beramberî çend mêra dertê ye.“ Kuro lingê Derwêş lê xin qeydê ye! Stûyê wî xîn lêlê ye! Destê wî lêxin kelepçê ye!“ Derwêş got: „Mîrê min ez heme Derwêşê dîn im Tengberê Etmayê bişidînim Kosemisirî bikişînim Ezê sedî bikujim Du sedî mîrê xwe re dîl bigirim bînim.“ Ez ne kîkî me, ne milî me Xelq qîza Zor Temir paşayê milî me Xelq ketiye mal û halê dinyayê zê Ketime derdê xwe û Derwêşê Evdî, simbêleke reş e narincî me. Ezê çûme aliyê dîwan e tijî Misînê qehwê ser darê ucê dikelijî Tilî pêçiyê Derwêşê Evidî memûdî bûn Fîncana ferfûrî bûn fîncana qehwê ser eba Besrayî da dirijî, Minê hevt qalib sabûn eba Derwêşê Evdî hildabû Ezê çûme çemê Mûradê, çemê Mûradê çikyabû Eba Derwêşê Evdî venebû. * * *
Posted on: Wed, 22 Jan 2014 17:36:22 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015