Di 15’ê Tebaxê de silavkirina Şoreşa Rojava Ji bo - TopicsExpress



          

Di 15’ê Tebaxê de silavkirina Şoreşa Rojava Ji bo pêşwazîkirina 15’ê Tebaxê 2 roj mane. Di nava meha borî de roja 19’ê Tîrmehê salvegera yekemîn a Şoreşa Rojava bû û me pêşwazî kiribû. Ev herdu roj ji bo civakên Kurdistanê xwedî girîngî û watedar in. Ev rastî ne tenê ji bo parçeyekî Kurdistanê, ji bo hemû kurdên ku li seranserê Kurdistanê belavbûne derbasdar e. 15’ê Tebaxê rastiya li bakurê Kurdistanê û Şoreşa Rojava derxistiye holê. Vê yekê kes nikare înkar bike. Lê belê ev yek ne tenê di aliyê erdnîgariyê de ye rastiya ku tê jiyîn jî rave dike. Lê hem 15’ê Tebaxê û hem jî Şoreşa Rojava wateya wan ji rastiyên erdnîgariyê wêdetir in. 15’ê Tebaxê li bakurê Kurdistanê serî rakirina li dijî zilma 12’ê Îlonê ye û di heman demê de jî ji bo Kurdistanê bûye çirûska hêviyê. Li ku dera cîhanê dibe bila bibe hemû kurdan ev çalakiya Şervanên Azadiyê silav kirine. Ev yek tenê bi kurdan sînorkirî nemaye. Di serî de gelên Rojhilata Navîn û hemû aliyên ku azadî û demokrasiyê diparêzin li hemberî vê çalakiyê rêz girtine û bi kelecaneke mezin ew pêşwazî kirine. Di pêvajoya amadehiyên 15’ê Tebaxê de rastiya ku bi taybetî li rojavayê Kurdistanê, seranserê Kurdistanê û Rojhilata Navîn di nava wê de cih bigirin hebûn û encama bandora ku li Rojhilata Navîn derkeve holê di vê de roleke girîng lîstiye. Şoreşa Rojava jî heman taybetmendî di nava xwe de vehewand. Li bakurê Kurdistanê di dema pêvajoya Gerîlayên Azadiyê bi navê “Operasyonên Şoreşgerî” dest bi çalakiyên aktîf kir de pêk hat. Di serî de Sûriye û welatên Rojhilata Navîn ku di nava nakokî û pevçûnan de bûn kurdên Rojava ji bo alternatîfa xwe deynin holê şert û mercên ku derketin holê bi kar anîn û vê yek rolek mezin lîst. Bi vî aliyê xwe Şoreşa Rojava di serî de bala gelê bakurê Kurdistan, seranserê Kurdistanê û hemû gelên Rojhilata Navîn kişand ser xwe. Ev yek ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê bû çavkaniya hêzeke mezin. Ji ber vê yekê bi kelecaneke mezin hat pêşwazîkirin. Tiştên ku îro hem li Bakur û hem jî li Rojava tên jiyîn hêza ku heyî bi hêztir kiriye. Li Bakur di salvegera 15’ê Tebaxê de dest bi pêngav û pêvajoyeke nû kir. Li Rojava jî di salvegera şoreşê de ji bo derketina vîna azad gavên dîrokî hatin avêtin. Ev herdu geşedanên ku derketin holê bi giştî bûn gavên ku Kurdistanê azad bikin û bi vî awayî derbasî dîrokê bûn. Van heduyan gelê me nêzîkî “Azadî û rizgariya demokratîk” kiriye. Bi vê yekê tenê sînorkirî jî nema. Hîn bêhtir ew nêzîkî hev kirin. Bi van aliyan ve gelê Kurdistanê bû yek vucut û hişt ku dilê wê li vir lê bide. Niha vê rastiyê di salvegera 15’ê Tebaxê de hemû gelên Kurdistanê li dora demokrasî û azadiyxê anî cem hev. Vê jî li wateya 15’ê Tebaxê wateyeke din zêde kiriye. Ji ber vê yekê ye ku 15’ê Tebaxê bûye hêviya azadiyê ya hemû gelên Kurdistanê. Vê jî hiştiye ku 15’ê Tebaxê peywir û berpirsyarên nû bi xwe re bîne. Her çiqas ku berê jî hewldanên bi vî regî pêk hatine îro gelê Kurdistanê, di dîroka xwe de cara yekem e ku di aliyê yekitiyê de gav avêtiye. Amadehiyên Kongreya Neteweyî ku tên kirin nîşaneya vê yekê ne. Dîsa şoreşa azadiyê ya ku li Rojava hatiye destpêkirin di bin êrîşa hêzên navneteweyî û nokerên herêmî de ye. Di salvegera nû ya 15’ê Tebaxê de ev peywir û berpirsyarî li gorî vê yekê tên destnîşankirin. Li ser vî bingehî divê têkoşîna Bakur a li ser riya “Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad” bê bilindkirin, xebatên Kongreya Neteweyî li ser bingehên saxlem bê avakirin û di her alî de li cem Şoreşa Rojava bin. Ev yek wekî peywir û berpirsyarî li pêşiya hemû kurdistaniyan hatiyex danîn. Ev di salvegera nû ya 15’ê Tebaxê de peywir û berpirsyariyên ku mirov nikare bi paş bixe û yên jêveneger in. Ji ber ku hezên dijberên kurdan ên navneteweyî û nokerên herêmî dixwazin ev deskeftiyên ku di encama têkoşîna demokrasî û azadiyê de hatine bidestxistin ji holê rakin. Qada Rojava cihê ku herî ber bi çav ê lê tê jiyîn e. Li wir komên çete yên taşeronên hêzên navneteweyî û nokerên herêmî ne dibêjin “Namûs û malê kurdan helal e û kuştina wan helal e”. Bi vê ferasetê êrîş dikin û komkujiyan pêk tînin. Di serî de dewleta TC’ê, Qatar û hwd. ev êrîş û komkujiyên ku bi destê van çeteyan pêk tên destek dikin. Ya rast ew e ku divê mirov li peywir û berpirsyariya ku salvegera nû ya 15’ê Tebaxê dide pêşiya me xwedî derkeve û ev tê wateya li hemberî çete û hêzên ku wan destek dikin têbikoşin. Bi gotineke vekirî divê mirov qada çeteyên ku êrîşî Rojava dikin asteng bike û bandora êrîşên wan bişkîne. Bi taybetî jî kurdên li Bakur û Başûr dijîn divê ku nehêlin çete vê erdnîgariya ku lê dijîn bikin qada êrîşan û pêşiya vê yekê bigirin. Li ser vî bingehî Şoreşa Rojava silav bikin. Ligel hemû parçebûyînê jî divê gelê kurd li ser bingehê yekitiya neteweya demokratîk bê cem hev û mercên vê yekê biafirîne. Divê sînoran bêwate bike û li ser nirxên hevpar dest bi avakirina temsiliyeta xwe bike. Ji kurdan ev tê xwestin. Here Jorê Vegere
Posted on: Tue, 13 Aug 2013 13:01:50 +0000

Trending Topics



Bean Pot Baked Ziti Brown one pound of sausage in the Bean Pot in
Did you want to see me broken? Bowed head and lowered

Recently Viewed Topics




© 2015