EVE SÛRETÊ YARA MİNA ÇELENG Û ŞENG Û ŞOX Şevek li xewé - TopicsExpress



          

EVE SÛRETÊ YARA MİNA ÇELENG Û ŞENG Û ŞOX Şevek li xewé raziham, dil bi kul û xem û şîn Nava éş û taya eşqé piş û kezeb gurçik xwîn Ji xem û xiyala yara dilé min de bişkyî Buyî terezin û bahara evîné kulîlkjîn Min dî yek bi xeml û xéz fîstané bejné diréj Dersûkî sor li seraye çav bikile ciwanhéj Min lé nérî tuhme jékir ev yara dilé min e Mitala rojé xewna şév yara ehnî tav tîréj Qelem û kitab li destan min dî ji wé ve téye Yara evîn eşqé xewndevana dibistané ye Min nérî ji bejn û bala, béhna kulîlk gula té Por sûlav diréj ser mila, kes nespehî wek wé ye Gula behişta welat e, kezî Dicle û Firat, Bisk çemé Zab û Arasan, min got qey roje hilat Fîstan kesk û sor û zer spî,keçka Kurdé bext sipî Dest hene xwîna şil ziwa,ronahya roja felat Dilketime wé kirîvé, rû rojé çav stér birh hîvé Sing mircan û gerden zéré, léhv kulîlka behîvé Ev ziman Kurdiya min a kurmanc û sor û zaza Kelkor û Lor û Gor dimlî,şewq û ronî wek tavé Lez dihat meş urdek qazé ,distira deng bilor zîzé Çaxé nîzingé min bu ew,nû min naskir gula dozé Serhildaya Quçgîrî,Pîran Dérsim Agrî Sason Mahabad Barzan û Buhtan Qamûşloka dilsozé 3 Min zanî ev yara min a , xewna par û pérar e Îsal li seranser, xewş xeml û xéz û yare Dewlomenda tv Dinyayé,sebra min bé wé nayé Dermana her éş û tayé,gul û kulîlk bihare Milké bav û kalé wé ye , tevde ev dém û avî Kes nabé qama vé sipehya Rojhelata Navî Tixwîbé welaté wé ye , dighé derya Hezeré, Derya Hurmoz û Reş û Spî Îskenderun kendavé Rengé wé ber çahvén min e,jibîra min qet naçé Xwîna héstirén çahvan,li Seré kahnyé, Helebçé, Dilgirya ser wan komgurén biné çalén Enfalan Ser girtiyén li zéndanan pî l qeyd dest kelebçé. Qesta min kir bi lezû bez, bejin şitla benavé, Li nanabenga çar çiyaya li ber wî çemé avé Hat ber zinéré sekinî, destén xwe raber min kir Balve hatime ew revî, ji min dûrket dil safé Li pey wé ketim neghamé,keçka Krdén Kurdistan, Yara çek û rext li pişté, qelem kitab li destan Buye Belbelîtana sor, firda nav çemé avé Min jî xwe avét avé, pey wé keçka xendevan Me hevudu bir û anî, ta nefes li me çikha Lé çibkim nehate qefé,ew keçka rumet biha Min bankiré bizivre dost û evîné te me Min dî li min zvirî ew, yara xewna sibiha 4 Min dî buye şewq û şevaq, ronî da wek kehrebé, Dor min zivirî çu hat, firda ser desté çepé Kir qîjîn heydedan hewar,hejinin teht û zinar Got ez Belazîza te me, édî naxazim herbé Me dest da hev bi evînî,navnîşana xwe da min Bi min ve nérî dilgirî héstiran dan çahvén min Xatirén ji min xwezt û çu, min dî ji xew şiyar bum Roja çardhé Nîsané, ev yar bu hat xewna min Ş ev û rojé dinvîsime, li ser vé xwezî Zîné Keçka doza Kurdistané gulçîçeka evîné Ji xec û zîn û şîrîna, milyon car pîroztire Ji vé efsana dîroké, çi dibjim kes nizané Eve sûreté wé yara çeleng naz û şeng û şox Gulçîçeka wan zozanén deşt û çiyayén Kardux Bi evî reng û belgî hat,xewné xwe nîşa min kir Evé keçika awir dijwar , berq û birûsk û sarux Bila her kes bizané,min got xewna xwe ya rast Tiştekî jé venaşérim, bu we dibéjim serast Yara min qet nedî bu ew, Xudé anî xewna min Ev perî milyaket horya baxé behişta welat Loma îro vé şopa evîn eşqé réwî me Mizgîna silava evé dîroka kevne nûme Şopa Seydayé Xanî û Melé Cizîrî,Baté Feqİhé Teyra Cîgerxwîn Dilpét Jélî Bohtî me. Dilpét Jélî.{Mela Şûkrû}-3-12-2012
Posted on: Thu, 19 Sep 2013 18:19:44 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015