EW JÎ ZANÊ EW YARE Ew horî perî milyaketa Behişta Xudé Sipeya sipehiya desté min jé naqeté, Dîroka wé dinvîsim,ew nizané ez kî me Bayé beza me hatim,ji Basna Diha Sért é Terazina bihara her çar wexté sala yî, Ew Belazîza min a xewna seré sibha yî. Rûr oja çav stér birh hîv léhv gula ,kepî elmas, Hezkirya evîn eşqa,Kurdistana Kurda yî. Ber xemla bejn û bala, te Cîhan tev diteysé Zanim keçka Kurdé Kurmanc Sor Zaza dçrûsé, Silava mizgîniya mexsed û miradé hat , Kulîlk gula jiyané,nizanim çi dixazé. Ehnî tav tîroja gerden zér sing û ber mircan, Awir berq û birûska erd ezman ber dihejan Bila Karduknamé bixwîné da min nasbiké Da bizané ser birîna dil ew kirye derman Bisk çemé Zab û Aras, kezî Dicle û Firat, Bûka dest tilî hene xweztî dezgirtî nehat Bu xwîna héstrén çahva,béhn enber misk gulava Dil de bu xem kul û derd,Bûka şoreşa welat Ax ka gula çav kildaya,azadî serxwebun Wek wé şox û şengé,bedew sipehî kes tunebun Jé hezdikim dixazim,şengejîna min bijî Ew jî zané ew yare mal û milk dewlet hebun. Dilpét Jélî
Posted on: Tue, 29 Oct 2013 11:59:56 +0000
Trending Topics
Recently Viewed Topics
© 2015