Em bi kanserê ne Civakeke nexweş, bîrdoz û baweriyên - TopicsExpress



          

Em bi kanserê ne Civakeke nexweş, bîrdoz û baweriyên derdzêyan wek her civatên saxlel ji malbatan û takekesan pêk dihê. Kes bingeha hemû civakan de; çi derdzêyan çi saxlem her ji endaman pê dihê, û çi nexweşiya heyî ji yek jêderê dihê; ew jî genetîk e, belam hin rewş hene dikin ku rewşên derdzêyan bibin avanyaj û sûddêr ji xwediyê wê rewşê re. Ew jî li gorî cih, rewş, dema vê rewşê. Encex eger em biramin û bibêjin ku em giş ji yek jêderê hatine, rola genetîkê dikeve mutasyonên ku piştî pêşiyên me yên ku ji mirovên pêşîn hatine dihê. Îca eger civat jî ber mutasyonan nexweşî lê derdikevin, hin nexweşî yek endamî yek şanikê digire û wê wêran dike hin nexweşî mîna kanser bi hemû şanik û endamên laşî ve hildiperikin. Gava em li rewşa civata me dinerin; rewşa derdzêyan dixulxile û li çavên hemû bijîşkan diêşîne ji roniya şevreşiya xwe. Em bi kanserê ne, em li ber mirin û nalînê ne. Lê hûn dizanin ku du kêşe di çareserkirina kanserê de hene: 1. ku ji şanikên laşî bi xwe çêdibin anku eger tu hewl bidî wan bikujî bi ihtîmaleke mezin tê endamên saxlem jî bikuje 2. Metastaz e; ku ji endamekî xwe bera endamê dî dide û wan jî bi xwe re ji hev dixe û dike leşkerên ziyandêriya xwe. Civata me bi kanserê ye wek min got: lê em endam û şanikên wê ne. Eger em pêşiya van herdû mekanîzmeyan bi şêweyekî û bi nerîneke cuda ji nerîn bijîşkiyê ku bi pirranî hewl dide kêşeyê hil bike binerin û em hewl bidin ku wê kêşeyê bi rastî çareser bikin. Divê em van her dû astengan çareser bikin. Ji ber ku em endam û şanikên civakê ne. Divê em li dijî mutasyonên xwe yên derdzêyanî û wêranker xelas bibin. Ew jî em ji kêmasiyên xwe de dest pê bikin, di şûna em gilî û gazincên xwe ji endamên derdora xwe bikin, eger em wisa bikin em dê rê li ber metastazê jî bigirin ji ber dê mekanzmeya me ya serrastkirina şaşiyên kodên genetîk dê çalak be û dê nehêle mutasyon derkevin. Anku bi kurtasî eger em xwe ji nexweşiyên xwe rizgar bikin, civata me dê bibe saxlemtirîn civat li ser rûyê xakê ji ber ti cudahiyên bingehîn ji aliyê genetîkê ve di nav me û civatên de tune ne, lê em ji ber mercên cûrbicûr gelek mutasyon di endamên me de derketine lê eger em wan endaman serrast bikin dê hemû civat serrast bibe. Lewra tiştê rast bike, û bes gilî û gazincên xwe ji derdora xwe bike. Tu rast be, her kes wek deq e, tu xwar bî, tu nikarî kesî rast bibînî ji ber rawestandina te xwar e. dilyaramudi.blogspot/2013/08/em-bi-kansere-ne.html
Posted on: Sat, 31 Aug 2013 03:31:48 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015