Ez Dizanim Navê Heywanekê bû Piştî ku Komara Tirkiyeyê - TopicsExpress



          

Ez Dizanim Navê Heywanekê bû Piştî ku Komara Tirkiyeyê hat avakirin û qanûna paşnavan hat qebûlkirin, her kes mecbûr ma ku paşnavekî ji xwe re hilbijêre. Axayek diçe daîreya nifûsê û paşnava Kurdoglu (lawê gur) jê re hildibijêrin. Axa jî tê gund û dibêje ka milet paşnavê wî dizane an na û ji gundiyan yek bi yek dipirse: -Navê min çi ye? -Axayê min navê te Mihemed e. -Paşnavê min çi ye? Paşnavê te Kurdoglu Welhasil hemû gundî dizanin, tenê gundiyekî îxtiyar paşnavê axê ji bîra wî diçe û dibêje: -Welehî axayê min, paşnavê te nayê bîra min. Lê ez dizanim navê heywanekê bû.
Posted on: Fri, 01 Nov 2013 19:47:31 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015