Fermane... Careke din li ser serê Êzdiyan fermane! Şengal - TopicsExpress



          

Fermane... Careke din li ser serê Êzdiyan fermane! Şengal dişewite, agir li ser serê Êzdiyan dibare. Li ser serê êzdiyên bêkes cardin axir fermane... Belê ev 1200 sale ku Şengal warê qedîm diŞewite. Mirovatî diŞewite. Ew agir qet venemirî. Binêrin îro dîsa Dîcle bi pêlên xwîne diherike ser bendera gunehên mirovatiyê... Şengal xemgîne bi keder û kovane..Perestgehên pîroz Şahdetiya bêbextiyeke din dikin. Çilmêra Şernizme ji ber Şerma mirovatiyê. Mirovatiya ku buye hutê nirxên xwe, her roj hinekî din ben li histûyê xwe dijdîne... Belê her keş peyaman didin û bi xemgîni tevkujiya ku li dijî êzdiyan pêk hatiye şermezar dikin. Lêbelê peyam û gotinên xweş birînan derman nakin, miriyan bi giyan nakin! Yên ku çûne venagerin. Kes nikare êşa bermayan hîs bike bi qasî wan. Yek ew yek jî agirê dilê wan dizane vê rastiyê. Û yek jî pêlên ava Dîcleyê... Jin, zarok û mêr tên kustin bi destên dijminên mirovatiyê yên hov û bê îman. Fermana axir zemane. Dîsa êzdî bi tenêne, bê kes û bê xwedanin. Ne Dîcle dikare vê êsê hilgire û ne jî Biroyê dengbêj dijî ku vê tevkujiyê bi axîna dil bihûne. Ev çi deme çi dewrane, çi bobelat û fermane ku li serê êzdiyan radibe!? Bi hezaran can, giyan, hêvî û mirad bi xwînê hatin şûştin. Qêrîn û awaza bêkesan li ezmanan biliya. Êzîdxan bûye Kerbela. Erd û ezmên reş girêdaye, Kurdistan şînê dike. Civaka kurd bi giştî xemgîne............ 17 Tebax 2007..Ibrahim Osman ,,,û îro dîsa ew rewşe ..(((
Posted on: Sat, 09 Aug 2014 16:01:37 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015