GUL Û BİHAR -11- Tu wî yara xewna min,gul û bihar,kulîlk - TopicsExpress



          

GUL Û BİHAR -11- Tu wî yara xewna min,gul û bihar,kulîlk î Nava baxê behişta,evîndarîyê yek î Pîroza mirada dilê, min tu tené yar î bihara jîyanê yî, şepala şox û şeng î Ji dûr û nîzing her dem, dighînime te silav Ji nav birh û çavên te, hilat bu min şewq û tav Ronî da Cudî, Gabar, Katu, Herekol, Çirav Munzur û Zagros Sîpan, Cîlo ketin wî rengî Dest bavje destê min, zûka min bigerîn e Ew bejn û bala te yar, li min xweş û şêrîn e Nextê te pir giran e, îro tev xwîn û şîn e Dereng e pir dereng e, de lez were tu çidkî Ronahîya zozanên, wan çîyayên Zagrosî Awir péta agiré, roja cejna Newroz î Çav kilî mîna xetê, zenda westa pîroz î Şev,roj bang dikim te, gelo çima deng nak î Tu dil de evîn, eşqî, her dem agîrê germ î Li ser vé birîna min,tené derman,melhem î Tim dikim guhrî te ez, mal û can û dil hem î De zû bêje min bêje, tu roj î yan sitêrkî Ev xweş xeml û xelata, Kurdistana min tu wî Dixazim te ridmûsim,gulçîçeka netew î Ne heyvî ne sitêrkî, roja nû geş bedew î Loma dil de agir û pêt û berq û birûsk î 11 Îro serê sibêye , kengê bibêye nîvro Êvar li min her xewne, kul û derd û xem hero Ji bu min lez şeh bike,bisk û kezîyan ebru Ewan çav û birhên geş, qey ji bu min kil nakî Yan felek xirab hatî, qederê jî pey dan î Evîniya min û te, ji ser erdê hilan î Mirad bin pîya éxist, xwîn difîré erzan î Nizanim seb çîye yar ,tu dil bi min şanakî Tama te ser dilé min, her ma bi Şîran î Evîniya dilayî, hem tu rihî hem can î Ji bu min dost û yarî, Terezin û semyan î Dilketim te ciwané, çima tu bawer nak î Yan tu îro dixwazî, vî rihê min bitîsîn î Wek eşqê Mem û Zînê, dil min bihelîn î Yan ewê gora tarî, ji bona min pêktîn î Dibî şêrîna Ferhat, qene zû min windak î Hêja nehtibî Dinê, li ser te evîndar bum Roja hatiyî Dinê, ji wé eşqa te dîn bum Min tu her nivîsandî, heya ez kal û pîr bum Te ez kirime Dilpêt, dîsa jî dil xweş nak î Zanim ez bê gunehim, li nava kul û derdan Ji bona ko dinvîsim, evê diroka Kurdan Loma te jî zalimé , dîsa qîmet pê nedan Ketiyî wê xîyala, dilê şev û rojekî 12 Çi qasî dibêjim te, ev deng nayê guhê te Xudê îro kirime, hewceyê wî bextê te Heke ko ez bimrime, bê jiyana digel te Jîyana bê min têde, qet nabînî rumet kî Hêstir ji van çavên min, tu carî xelas nabin Wekî tavyên baranê, şev û rojan kêm nabin Birînên evîniyê, tu caran qet saxnabin Çibikim kul û xem û derdén dilan derman nakî Qey tu nizanî îro,sebra min bê te nayî Belgén zerî ser tehrê, dara heşîn weşa yî Rûrostêrhîva, mina xewna dem û sala yî Ala vé evînîyé, çima tu bilind nakî Zanime li te zore, ev gotina xweş pîroz Herkes nikaré bibê,ew gulçîçeka Newroz Evîn ewe ko bibê,ta ebed efsan û doz Neku ew evîniya, ser dev û lêvhan maçk î Tu wî her dem xwezîya, Axéna dilê min yar Ev şengejîna min î, li ser te bum evîndar Dilê min ji bona te, pijiha bu pêt û ar Loma îro dilé min, ji te gelek hezdikî Sing û beré te mircan, memik wek guza Hindî Rû roj û çav sêr birh hîv, bejin û bal bilind î Fîstan kesk û sor û zer, sipehya vî welat î Kesek tune Diné de, wek te bedew wî reng î 13 Kez î Dicle,Firat î, bisk fetlé Zab,Aras î Ev yara min a xewna sibiha Belalîz î Bi wan awazên şérîn,xweş deng bilur û saz î Çima Dunya tu téde,min ji xwe xalî dik î Te got ji waré Şéx Seîd û Êhsan Nurî me Pémaya Ebu Muslum Selhedîn Eyubîme Awirén ewan çahvén Xuşka Kemal Fewzî me Evindara min nû, bûkanyé li xwe dik î De bes bide min îro, derd û cefa û îza Çima pê nahesînî, Kurmanc û Sor û Zaza Çawa kur xenqandin, li ber çavn Seyd Riza Heval yara min çawa,vê zoré qebûl dİk î Yan eşqa vî dilé min,bîrê nayêye Dêrsim Ta kengê ez bangkime,nevîya Xané Dimdim Çima nedît ew xwîna,rijya wek ava zimzim Ji laşê dotmam û pismaman şev, roj herik î Disa hilkeve li ser, ewî çîyayê Reqîm Dîsa nîşa me bike, ewê rîya Musteqim Zanim tu Eshab Kehf î,nevya Keyboxtiyé şûm Bi vê xeml û xêzê xwe, dîsa nîşa min dik î Here ser gora Seyda, Mela Selîm é Hîzan Şéx Şehab û Seyd Alî,Xalid begé Hesenan Şéx Ubeyd û Şéx Seîd şéxé berzencî, Barzan Hinga zanim dé Komén, Çira nûka kom bik î 14 Roja jêkirin serê, Şêx Abdurehman Garsî Tu jî her bê deng may î, rojekî lê nepîrsî Li malén Cem, mizgeftan li kesî nekir gazî Loma gora wan qutb û pîrozan qet nas nakî Te çi zûka jibîr kir,xwîna gelîyê Zîlan ê Çil û heft hezar mirov, kuştin wê serhildan ê Çil gulçîçek keç revîn, gihan ber gola Wané Xwe avétin wé avé, te pirs nekir carekî Destê hevudu girtin, li wê govend û reqs ê Mal û can û dil dane,bu wé peyman û soz ê Xwe xwenqandin ji bona, wé namus û doz é Çima quba wan nemir,canfida avanak î Tu wî ew maldara min a, rojhilata navî Xwedî maden û petrol û gaz û zér û av î Min ji te pêve bawer bike qet kesek navî Zanim evîn û yar î, lé dîsa bawer nakî Gelo qey tu dixwazî,zûka ser xweve rabî Bibî xweyé komzirhén Rustemén,Zal Saman bî Her dem dest bi dest ê min,ser gora Nebî Hor bî Egîdan ser şoşanya, reqs û guvendan rakî Min bêhrîya te kirye, bejin zirav bilind ê Lam lîlozê lév gulé, erzen sêva xelat ê Tu zanî ev sebra min, îro jî bê te hewt ê Ey Mîtohorîya min,divé min ji bîr nekî 15 Wé xewna beré sibé,hatî xwe nîşa min kir Min jî reng û rûkê te yê sorgulîn nîşan kir Navnîşana te da min,nivîsî ré serast kir Hatim bal te min zanî,çi béhn gul û kulîlkî Min li ewî rûké te, mézekir tu naskir î Béhna sosin sûnbûlén zozanén bilind jorî Léhv biyi gulbişkoya ber kéla Elîşér î Evî kalé şést salî, çima tu ciwan nak î Tu bî ew yara xewna, min a çardé Nîsan é Ji jîné bişkivî bî, gulçîçeka jîyanî Wan salén par û pérar, dil kir nav éş û jané Dil ji xem û xîyala te ciwané şebikî Misk û enber ji béhna,wé xeş hélma te fîrî Ber wé béhné sax dibin, milyona salan mirî Nû min zanî tu keçka,waré Ameda jor î Nurha Ahura Mazdayé min é mezin pakî De guh bide dengé min,nazenîné esmeré Gul û kulîka min a, li ber Hewzé Kewseré Agir bikevé mala evé felek qederé Çima bi kul û xemén, xwe min pîr û kal dikî Divé tu jî bizanî,ji bu te çi dibéjim Héstirén xwîné ji bona te yaré diréjim Ev derd û éş û jana eşqa te ye dikéşim Çi qasî tu ciwan bî, ez pîr bim zerer nakî 16 Ji bu te min nivîsand,ew derdé dilé xwe got Dil û mélak û cîger û gurçik li ser te soht Yan jî bi min nizanî,te hé tiştekî negot Bixwîne vé helbesté ,da qene min féhm bik î Bi vé evîn û eşq é, xwedî bîr û bawerim Jİ wé jîna li rex te ,çibkim ez jé bé behrim Lé dîsa neynuka te, bi dinyayé nagherim Çi qas tu şenge şoxé , xwe ji min dûrî bik î Ger eşqa te tu nebé, nikarime binvîsim Dîroka Kurdistané, dé çawa ez binvîsim Eşqa te jî sedeme, ku îro ez dinvîsim Çend rûpelan bixwîne,da qene min nas bik î Bizane zér é zer é,ewé gerdena te me Pirtuka li ber ewan ,bînahya çavén te me Qelemxwîné nav tilyén,wa herdu desté te me Çima bi van çavané xwe, li rû min méze nakî Tu kûve çuyî béje,da ez béme li balte Sebra xwe bi te bînim navim veqetim ji te Karduknamé bixwîne, da ez béme bîrate Da pé vé helbest a gul û bihar çava kil kî Evé helbesta hené, bu te diyarî dikim Heta hetayé jî ez, tu car te jibîr nakim Belkî ku ez bimrime carekî te béhn nekim Ew dîtina te bese, ger tu min qebûl bik 17 Were da ez vé gulé îro bidim desté te Çend sal ji min berzeyî, desté min nagihé te Min ev pirtuk nivîsî, tu nel malî bidim te Béhna gulhelbesta min, jé té da tu béhn bikî Da tu bizanî evîn, çi qas rumrt dihéjé Héstirén xwîna çavan, şev û rojé dirijé Loma herdem dilé min, ji kula te diéşé Axéna ser axéna, dil tu wî derman nakî Çibkim te xwe kiriye, xwîna héstirén çavan Loma îro ji min bir bînahîya van çavan Dîsa ji min bigre lez, evan şérin silavan Bîra min deyî tu yar, çi qas min jibîr bikî Tu yara mina ciwan, xewna sibé Belazîz Jİ Zîn û Şérîn û ,Xecé pîroztirî pelhewîzîz Evîna doza welat, gula ber ruké Babîs Ji min xeyidî çuyî nabhîst ji te saluqkî Ji wé dola kuréşa Bohtané me ez hatim Ji bona te dil didim,ev tarîx û binyadim Rêka Xanî, Cîgerxwîn,Meley Cizîr,Guy, Batim Feqhé Teyara Herîrî Cîgerpelé Qilab kî Ber pélén ava Kayna dila,em bighine hev Ser sed û çardeh komgorén,wek Mutké bén rex hev Ji Giré Maneş ta Mereş nemîné gurek xef D a dilé dayîk û bavan, xoşk biran xweş bikî 18 Tu wî kevoka ser helîna eşq û evîné Xewş xewna beré sibé hatî ber dil ji jîné Roja sihé Nîsané buy dermané birîné Tu kûve herî nika éd Îmin jibîr bikî Ew rojekî dé weré ezé béme bîra te Êdî qet feyde nakê,li ser min girîyê te Çi qas bikîye şînê , çume ji wan destê te Çimko tu jî nezanî, vé dîrokê venakî Roja ewan rûpelên Karduknamê bixwînî Dê tu evan hinêr û ecêbana bibînî Dê werî li ser gurê, min bi saxî bibînî Çi qasi bangkî Dilpêt Jêlî qet feyde nakî Dilpêt Jêlî
Posted on: Fri, 19 Jul 2013 01:13:51 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015