Gorên komî û bêdengiya civakî Dîlan Aydin - TopicsExpress



          

Gorên komî û bêdengiya civakî Dîlan Aydin -Nivîskar-2013-06-26 Li cîhana ku ji bo wan roj û şev hatibûn tarîkirin, deng û reng hatibûn qedexekirin û dûrbûna ji xwe hatibû ferzkirin, tenê riyek mabû ji yên dizanibûn divê jiyan çawa be. Her yek ji cihek, ji gund, navçe, bajar û herêmek bûn, lê li heman riyan meşiyan, li heman çiyayan şer kirin û bûn razên çiya, gelî û newalan. Gelo mînakên vê yekê li ku derên cîhanê hene? Bi hezaran zarok, ciwan, jin û mêrên kîjan gelî di gorên komî, bîr û çalên nediyar… Li bin her kevirê û di gorên bêxwedî de ne? Encama şerê 40 salan, wehşeta dagirkeriyê, zêdetirîn di vê mijarê de nîşan dide. Ev rewş wisa xirab e ku zêdetir wijdan birîndar dike û roj bi roj bêdengiyek dide afirandin. Ev bêdengî, ne ji ber qebûlkirinê ye. Na, ji ber ku tu tiştek nayê kirin pêk tê û her roj barê xwe yê li ser derûniya te girantir dike. Êdî dema tu piyê xwe davêjî derekê, tu hîs dikî ku her der gor e, cihê hovîtiyê ye û li her derê cil û berg û hestî hene. Tu fam dikî ku çima tu carna qet naxwazî biaxivî û bikenî. Lewre li welatek ku trajediyên bi vî rengî hatibin jiyîn; ne mimkun e ku bêyî hîs bikî bikaribî bijî. Di deh salên dawî de li hemû bajar û herêmên Kurdistanê bi sedan gorên komî yên hatine tesbîtkirin ji raya giştî re hatin aşkerakirin. Vê trajediya ku bi Newala Qesaban a Sêrtê derket holê, roj bi roj li hemû deran derdikeve holê. Ev rewş, ji bo wijdanê civakî divê bibe sedema birîneke kûr. Ji ber ku kesên di wan gorên nediyar û komî de ji nav vê civakê, ji nava civaka kurd in. Ji bo azadiya vê civakê berê xwe dane nava agir û piştî zorî û zehmetiyên ku bi tu gotinan nikare were pênasekirin; niha jî li cihên ku qet heq nakin dimînin. Dagirkeriya ku bi sedsalan e destdirêjî her derê dike; bi cenazeyan dilîze û îşkence dike, mafê xwedîderketina li cenazeyan û gor ek jî nade çawa dibe ku hê jî di gelek qadan de hebûna xwe berdewam dike? Gelo ev ji ber tênegihîştina qirêjiya dagirkeriyê û bê dengiya me ya civakî nebe ji çi ye? Çawa dibe ku hê jî dikare, li bajarên me, bi gotinek me bixapîne û exlaqê me têk bibe? Çawa dikare bi jehriyên xwe bikeve nava tax û kolanan û bi sedan ciwanan jehrî bike? Bêdengî û neçareserkirina trajediyên civakî, roj bi roj rê dide dagirkeriyê. Bêdengî qebûlkirin e û cesaretê dide aliyê dijber. Cesareteke wisa dide dagirkeriyê ku sînor ji tiştek re nahêle û bi rehetî dike ber çerxa xwe. Li cihekî ku tu nikaribî exlaqê xwe biparêzî, bi rehetî werî xapandin û nikaribî ji trajediyên xwe re çareseriyan bibînî; divê her dem bi hevgirtinek bi hêz, xebat û çalakiyên civakî hebin. Di rewşa îro de jî ya divê destpêkê em bikin, hîskirin û xwedîtina di gorên komî de ye. Ger em hîs bikin û xwe di wan de bibînin, em ê bi civakî bikaribin hestiyartir bin û li çareseriyan bigerin. Gorên komî yên ku li her derên Kurdistanê derdikevin pêşiya me, roj bi roj zêdetir wijdanê me birîndar dikin. Ger di pêşengiya sazî û dezgehên têkildar de, xwedîderketina civakî pêk neyê û projeyên çareserkirinê tune bin, dê nirxdayîna me ya ji bo şehîdan qels bimîne.
Posted on: Wed, 26 Jun 2013 16:34:52 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015