Gulçî çeka Kurdistanî,li min tu yar nûşûcanî Ji ewé - TopicsExpress



          

Gulçî çeka Kurdistanî,li min tu yar nûşûcanî Ji ewé béhna xweya xweş,gula Newroz Méhrîcan Min got were tu nehatî, bûka bé berbû û atî Gelek salin vî dilé min bi ,héstrén çahvan tu xweztî Min got were tu nehatî, Bi helbestén rvîn eşqa te, nexté te bi giranî da Keybanoya texté welaté min Kurdistana Kurda Min got were tu nehatî, Xwezî Zîn î xwinşîrînî, gul Û bihar kulîlk jînî Rojek béy tu min nasbikî,piştî bimrim min nabînî, Min got were tu nehatî, Tu zanî dildaré te me,eşqa te ji bu min xeme Dilketya min tené tu yî,ez her evîndaré te me Min got were tu nehatî, Tu zanî ez hej te dikim,gula behişta welatî, Xwezya ser qirka xwe dikim,Xeca Sîpané Xelatî Min got were tu nehatî, Kevoka Gola Nazoké,birih hîvé léhv bihoké, Dosté te bum te nezanî,dilketyé te çav sitérké Min got were tu nehatî, Felek xayî bu pişt zivrand,qeder wisa hat tewlopéç Beko ewan ber me girt,li her derî ew şop û réç Min got were tu nehatî, Çibkim min xwezt te bibînim ji eşqa te har û dînim Rû roja erd u ezmana,divim bi te ra bijînim Min got were tu nehatî, Fîstan gulgulya mn çima, bandikim te tu deng nakî Nizanime çi rû rojî , birih hîvî çav sitérkî, Min got were tu nehatî, Çi qas min got te kirîvé,gerden zéré erzen zîvé Were em hev ra bipeyvîn,kevoka wexté paşîvé Min got were tu nehatî, Ev sebra min bé te hewté,desté min ji te naqeté Kulîlka ber şkefta Kérsé,por şeng biya çemé Xelaté Min got were tu nehatî, Gulçî çeka Kurdistanî,li min tu yar nûşûcanî Ji ewé béhna xweya xweş,gula Newroz Méhrîcanî Min got were tu nehatî, Li Kurdistana Rojava xwîn fîrî ser çem û ava Neyar rébar li me teng kir nika bibîn bûk û zava Min got were tu nehatî, Gelek cara çav mam liré,li Kurdistana bakuré Êqbala me serast nehat,çi qas me sozda tevgeré Min got were tu nehatî, Çibkim roja me ne hilat,Li Kurdistana Rojhilat Dilé me de ma ew xwezî,cehd û xebat û kéferat Min got were tu nehatî, Her kes giha xweş jiyané li başoré Kurdistané Tarîx wisa hat burî çu,negiham te guljiyané Min got were tu nehatî, Jiyan bu me buye gul rûl,ji jiyana te man melûl Çi qas min ser te nivîsî, eşqa te bum bulbul şehlûl Min got were tu nehatî, Qelema min bu min bese çi tu werî çi tu neyî Dilé min de tu evînî,heta hetayé her heyî Min got were tu nehatî, Were teyrka mina Tawîsvé rastiyé ji min bibhîs Neyarén min û gelkin,şeytan û Ehrîman Eblîs Min got were tu nehatî, Ewro ji ré tu xapandîn,li Dinyayé rateqandîn Tu hiştin ew çun keyfa xwe,dîsa bu te ez mam dostî, Min got were tu nehatî, Were yar kepî elmasé,kulîlka çiyayé Kérsé Min û te me hevdu naskir,li xewna ser réka dozé Min got were tu nehatî, Dost û yar evîné te me, ser bang Û hewarén te me Dilpét Jélîyé eşqa te,lé te nazanî ez ké me Min got were tu nehatî, Dilpét Jélî
Posted on: Sun, 04 Aug 2013 06:20:28 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015