Hefteya çûyî min li gorî xwe 7 xal destnîşan kiribûn û min - TopicsExpress



          

Hefteya çûyî min li gorî xwe 7 xal destnîşan kiribûn û min xwestibû rewşa stranbêjan binirxînim… Ji ber ku cih nebû, nivîs nîvco mabû. Ez ji cihê maye, berdewam bikim, çêtir e. 8- Zêde sloganwarî ne. Piraniya stranbêjan li ser şehîdan an li ser sembolên Kurdistanê stranan çêdikin. Tenê bi sloganan dadigirin. An bi dîmen û wêneyan. Êdî bûne mijara henekan. Hêj nûçeya bûyerê derneketiye, klîba wê derdikeve. 9- Bê perspektîf in. Di bin navê modernbûnê de hem ji Dêrê dibin û hem ji Mizgeftê. Paşeroja xwe nabînin. Bi dû populîzmê ketine. Nizanin çi bikin. Gelo heta niha kîjan stranbêjê kurd rabûye û hinek şagirtên din perwerde kirine? 10- Ziman baş nizanin. Gelek ji stranbêjan hê jî nizanin bi kurdî biaxivin, lê îdiayên mezin dikin. Dibêjin em hunermend in. Hinek ji wan 20 sal in eynî stranê dibêjin. 11- Bêproje ne. Bilind difin. Dixwazin bi ‘heft’ zimanan bêjin. Nikarin bi zaraveyekî kurdî bêjin, îja keledoşa zaravayan çêdikin. Stranên herî navdar hildibijêrin û xira dikin. Yanî bêplan û proje ne. Bilind difirin û dê rojekê nizim li erdê bikevin. 12- Wekî çodar û bazirganan difikirin. Bi çavê bazarê li hunerê dinêrin. Rojane difikirin. Bo gelek stranbêjan rojev çi be, wisa tevdigerin. Hewl didin li ser vê bûyerê tiştekî bêjin. Hestên gel bi kar tînin. Bi çavekî hunerî û bi awayekî mayinde li hunerê nanêrin. Bifikirin berê huner çiqas ji dil û dewlemend bûye. Evdalê Zeynikê 200 sal berî niha kilam çêkirine, ew stran heta niha jî têne gotin. Strana Wey Dil (Mîro) ya ku Şakiro dibêje, hêjî tê guhdarîkirin. Bi dehan mînakên wisa hene. Lê heta niha kîjan stranbêjekî vê serdemê straneke wisa mayende çêkiriye. Stranên niha li gorî pêvajoyê ne. Pêvajo reng diguhere, stran têk diçe. Hevalekî digot, bila bes bêjin, aştî, azadî, wekhevî. Bila bes sloganan bavêjin. Bila stranan bêjin. 13- Çavlêker in. Bizarê xelkê dikin, yanî teqlîda teqlîdê dikin. Tirkan ji kurdan hin tişt dizîne, yanî teqlîda hunermendên kurd kirine. Stranbêjên kurd jî li cihê ku rabin wekî orjînala wê bêjin, teqîla yên tirk dikin. 14- Çanda xwe biçûk dibînin. Qedir û qîmetê zargotina kurdî nizanin. Ji ber ku nas nakin. Ez bawer im ku Shakira yan jî hunermendeke/î din karibe destanên wekî yên kurdî bêje, wê li cîhanê deng vede. Wê dinya wan danê ser serê xwe. Lê nikarin. 15- Ragihandinê baş bi kar nayînin. Piraniya stranbêjan nizanin ragihandin û înternetê baş bi kar bînin. Berê kêm têkilî hebûn, li ber çavê xelkê şirîn dibûn. Bi pêşketina teknolojiyê re, bi pêşketina têkilayan re ew sir çû û tilisma wan betal bû. Bi taybetî bi rêya înternetê xwe hetikandin. Tiştên ki dinivîsin, stranên ku lê guhdarî dikin, fikir û ramana wan û bi taybetî bikaranîna zimanên tirkî, farsî û erebî, bandoreke neyînî li hezkiriyên wan dike. Bêguman kêmasiyên sazî û destgehên ragihandinê yên Kurdistanê jî pir in. Muzîkên bê qalîte û klîpên nexweş diweşînin, ev jî dibe mînakek xirab ji bo stranbêjan. 16- Çareserî. Ji me re ronesansek lazim e. Divê em li koka xwe vegerin. Pêwîst e strnabêj li dîrok û koka xwe vegerin. Madem nikarin tiştên nû biafirînin û tiştên baş çêkin, qet nebe bila tiştên heyî biparêzin. Yanî ji me re ronesansek lazim e. Li Ewropayê çawa ku ronesans pêk hat, çawa ku li xwe vegeriya, xwe ji bendên dêrê xilas kirin û li dîrokê vegeriyan, ji nû ve Sokrates xwendin. Pêwîst e ya me jî wisa be. Em li klasîkên xwe vegerin û ji nû ve bixwînin. Li dengbêjiyê xwedî derkevin. Ger strnabêjin wisa nekin, wê têk biçin. Dibe ku niha hûn bêjin, ev ji bo çi evqas dibêje; stranbêj û nabêje hunermend. Ji ber ku stranbêjin texmîn dikin tenê ew hunermend in, loma… Ji bîr dikin huner çî ye û hunermend kî ye. Mîratê mirov dibêje, qey şaredar in, gel ew hilbijartine, êdî îstifa dikin. Ji bo çi gel li min guhdarî nake, ez ê istifa bikim. Îkram Balekanî
Posted on: Tue, 29 Oct 2013 11:44:53 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015