Hevalno Malê dinyayê li dinyayê dimîne! Demekî mirovekî - TopicsExpress



          

Hevalno Malê dinyayê li dinyayê dimîne! Demekî mirovekî pirr zengîn, wuha wesyet li zarokên xwe dike: “Piştî ku ez mirim van gorê min ên kevn têxin pîyê min. Ez dixwazim bi vanan bêm definkirin.” Gava saeta wî temam dibe û wefat dike. Piştî ku cenaze hate şuştin, zarokên wî goran digrin tînin dibêjin: “Wesyetê bavê me ye. Emê van gorê kevn têxin pîyê wî.” Melayê ku cenaze dişo qebul nake. , Diçin cem muftî, dikin nakin muftî jî qebul nake, dibêje: “Di dînê me de tiştekî awa tune ne mumkun e. Mejbur dimînin dev ji wesyetê bavê xwe berdidin. Piştî ku cenaze defin dikin û vedigerin mal, cîranekî wan di dest de nameyek û derdikeve tê, ji wan re dibêje: “Bavê we berê mirina xwe ev name dabu min û ji min re gotibu, piştî ku ez mirim û zarokê min ez defin kirim û fetiln mal vê nameyê bide wan.” Zarokên wî nameyê vedikin û dixwînin, di nameyê de bavê wan ji wan re wuha dibêje: “Hun dibînin ku ez nikarim gorên xwe yên kevn jî bi xwe re bibim gorê. Jîr bin, we çi kir li vê heyatê bikin û di pêş xwe da bişînin axretê. Ne xapin û xwe nexapînin. Malê dinyayê li dinyayê dimîne. Tiştê bi we ra tê emelê we ye...
Posted on: Mon, 24 Jun 2013 17:46:39 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015