KNK’ê ji bo Rojava banga seferberiyê li Kurdan kir /Bruksel - TopicsExpress



          

KNK’ê ji bo Rojava banga seferberiyê li Kurdan kir /Bruksel 11.06.2013 10:23:40/ Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) balkişande ser êrîşên li Rojavayê Kurdistanê û koçberiyên di encama êrîşan çêdibin, bi taybet krîzên mirovî yên li Efrîn û Kobanê rû didin. KNK’ê bang li tevayî Kurdistaniyan kir ku, seferber bibin. KNK’ê di daxuyaniya xwe de got, “Roj roja îradeyê ye. Roj roja alîkarî kirinê ye, her wiha xwest ku bi taybet kurdên li dervey welat hemû derfet û îmkanên xwe danin holê û xwedî li Rojava derbikevin. KNK’ê destnîşan kir ku, pêwîste Kurdistanî li her cihên lê ne mekanîzmayên navneteweyî jî aktîf bikin û hevkarî û piştevaniya gelê Rojavayê Kurdistanê bikin. KNK’ê di daxuyaniya dayî de aşkera kir ku, gelê Rojavayê Kurdistanê pêkhateyên xwe yên xweser ên siyasî, leşkerî û îdarî avakirine û ber bi damezirandina statûyekê ve diçin. Konseya Rêveber a KNK’ê di daxuyaniya ku weşand de bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a Kurdistan û got: “Gelê Kurd digel welatiyên xwe bi têkoşîna salan dergehê azadiyê li welatê xwe vekiriye. Vê berxwedana dûr û dirêj digel xwe destketiyên bihadar jî anîne. Duh Başûrê Kurdistanê bû xwedî statû û îro jî Rojavaya Kurdistanê li ser vê rêyê ye û Kurdistaniyan li Rojava rêveberiyeke xweser ava kirine, di warê leşkerî û polîsî de asayişa welatiyan temîn kirine, îdareya welatiyan kirine kontrolê.” Di daxuyaniyê de tê gotin ku hêzên dagirker ên ku dixwazin rewşa xwe ya dagirkeriyê bidomînın ji bo gelê Kurd li Rojhilata Navîn nebe xwedî statu êrîşan dibin ser desketiyên gelê Kurd û daxuyanî bi van sererêzan berdewam dike: “Dagirker hêzên paramîlîter jî organîze dikin, hemû desteka lojîstîk didin û berdidin warên azadkirî yên Kurdistanê. Ji serê vê salê ve li aliyekî ve dewleta Tirkiyeyê çete û hêzên paramîlîter rê dike ser bajêrên Rojavaya Kurdistanê ku têkvedanê bikin û bi vî rengî rê li ber statuwergirtina Kurdistaniyan bigirin, li aliyê din rejîma Baasê ya Şamê jî bi hêzên xwe yên hewayî bombardumanê li ser cih û warên Kurdan dike. Li pişt êrîşa hêzên paramîlîter ên Serêkaniyê artêşa Tirkiyeyê hebû. Eynî hêzên çete dîsa bi desteka Tirkiyeyê êrîşî dora Helebê û Efrînê jî dikin ku ew aramiya Kurdan di warên xwe de pêk aniye sabote bikin. Rejîma Şamê jî bombardumanên xwe didomîne. Bi taybetî Heleb hatiye wêrankirin. Taxên Kurdan hatine serûbinhevkirin ku gelê me ber bi Efrîn û Kobaniyê ve koç dike. Bi taybetî nufûsa Efrînê ji ber vê koça giran îro bûye du qat. Ablûkaya li dora Efrînê di dereceya mirandinê de ye. Ji bilî êrîşên leşkerî, jiyana rojane jî hatiye tengavkirin û sewqiyata pêdiviyên jiyanê jî tê astengkirin. Îro li dorberê Efrîn û Kobaniyê bi zêdebûna nufûsê re hem tengaviya xwarin û vexwarinê heye, hem jî rewşa can jî ketiye talûkeyê. Ev rewşa tirsbar di serî da jiyana jin û zarokan tehdît dike.” Di berdewama daxuyaniyanê de şoreşa Rojavayê Kurdistan û desketiyên wê tên nîşandan û ev xal bal dikişînin: “Konseya Rêveber a Rojavaya Kurdistanê di warê rêveberî û îdareyê de, YPG û Polîs jî di warê asayîşa welatiyan da hemû hewldanên xwe didomînin. Di têkoşîna parastina welatiyan de valahî yan jî zeafek nîn e. Gelê me digel hemû astengî û bêderfetan jî piştevanê rêveberî û hêzên parastinê yên xwe ye. DIVÊ GEL BI RUHÊ SEFERBERIYÊ TEVBIGERE Pirsa mezin îro li Efrîn û Kobaniyê, kêmbûna pêdiviyên jiyanê ye. Lewma Kurd û Kurdistanî di roja îro da divê bi giyanekî seferberiyê hevkarî û piştevaniya Rojavaya Kurdistanê bikin. Kurdistana Federal jî divê hemû imkanên xwe bide xizmeta gelê me yê Rojavayê. Em bang li hemû Kurdistaniyan dikin ku her çi pêdiviyên jiyanê hebin û desteka pereyî bi rengekî organîze kom bikin û bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê ji gele me yê Rojavayê re bigihînin.” Daxuyanî bi van hevokan bi dawî dibe: “Roj roja xîretê ye. Roj roja hawarê ye. Divê hemû Kurdistanî ji bo gelê me yê Rojavaya rabin ser piyan, hevkar û piştevan bin. Kurdistaniyên li dîasporayê jî divê bi vê armancê her çi imkanên wan hebin bi rengekî organîze xebata hevkarî û piştevaniyê bidin destpêkirin. Kurdistanî divê li welat û cihên lê, mekanîzmayên navneteweyî jî aktîf bikin ku ew jî hevkariya gelê me yê Rojavayê bikin. Di pirsa Rojavayê de ji bo aktîfkirina UN’ê (Organîzasyona Neteweyên Yêkbûyî), hemû hêz û kesên Kurdistanî divê hewldanên xwe di dereceya herî bilind de bidomînin û vî karî wekî erk û berpirsiyariyeke neteweyî û welatî bibînin.”
Posted on: Wed, 12 Jun 2013 01:50:14 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015