Kurd wê çi bikin? XELÎL DALKILIÇ -yeniözgürpolitika- - TopicsExpress



          

Kurd wê çi bikin? XELÎL DALKILIÇ -yeniözgürpolitika- 09.10.13 Kurd ji îro şûnde wê çi bikin? Li Tirkiyeyê rojev ev çend mehên çûyî bi propagandaya ‘paketa demokrasiyê’ ve hat dagirtin. Hikûmeta Tirk belkî bi polîtîkayên xwe li derve û li hindir bi serneket, lê mirov dikane bêje ku di mijara mijûlkirina Kurdan de bi serket. Kî çi dibê bila bibê; bi taybetî saziyên Kurd ên li bakurê Kurdistanê û yên li rojavayê Tirkiyeyê xwe bi gotinên hikûmeta Tirk ve angaje kirin û ji biharê vir de ketin dûv rojevên wê... Helbet Kurd rind dizanin; ku AKP partiyekî çitûlî ye û kadroyên wê, di serî de Serokwezîr R.T. Erdogan çiqas demokrat e. Ji ber vê yekê jî tu xêrê ji AKPê napên. Li hinda vê rastiyê, pêşketinên li Rojava û li parçeyên din ên Kurdistanê pêk tên, destê dewleta Tirk li hemberî yê Kurdan zeîftir dike. Nerazîbûnên xelkê yê li metropolên Tirkiyeyê û bi vê ve girêdayî zêdebûna rexneyên ji welatên Rojavayî jî hikûmeta Tirk dixe psîkolojiyê xweparastinê. Yanî him li hindir him jî li derve krediya ku ji AKP û Erdogan re hatibû vekirin, kêmtir bûye. Lê belkî xefleta Kurdan ew e; ku siyaset ne bi hêvî û hestan, bi argumantên li ber çavan, bi hişmendî û bi helwdanên realîst digihîje armancê. Lewazbûna AKPê ne wê maneyê, ku Kurd wê bêyî têkoşîn û rêxistinîbûnê bi hêsanî mafên xwe bi dest bixin. An jî AKP wê ji nişkave dev ji polîtîkayên înkar û tunekirinê berde û bona çareseriya pirsgirêka Kurd gavan bavêje!.. Eger mirov bêyî hestyarî û bi hişyarî him li rastiya xwe him jî li rastiya neyarên xelkê me mêzeke; wê were dîtin, ku AKP ji îro şûnde wê bi tirsê tevbigere û ji her çaxê hişktir û otorîter bibe. Bi paketê re careke din aşkere bû, ku dewleta Tirk hên jî Kurdan mîna xelkekî nas nake. Dewlet û hikûmet, Kurdan mîna hinek kesên ku tenê dixwazin xwe hînî zimanê Kurdî bikin, hiltîne dest. Û wer xuya ye, ku Kurd bi vî awayî bêtevger bisekinin, ne tenê heta hilbijartinê, heta hetayê siyaseta xapandinê wê berdewam bike: Ne girtiyên Kurd wê werin serbestberdan, ne Kurdî wê bibe zimanê perwerdeyê û ne jî pêşiya xweîdarekirina Kurdan a herêmî wê were vekirin... Divê Kurd jî bernameyeke xwe ya xweser aşkere bikin: Ji perwerdeya bi Kurdî heta sazkirina ekonomiyekî xweser... Ji dagirtin û xebitandina saziyên çandî û meslekî heta pêşxistina piştevaniya civakî... Ji çareserkirina pirsgirêkên feqîrî û tenduristiyê heta bi rêxistinkirina piştgiriya bi mexdûrên mîna yên piştî erdheja li Wanê ji du salan virde di bin mercên giran û sermahiyê di konteyneran de dimînin re... Û helbet li hinda hewldanên pêşxistina yekîtî û dîplomasiyekî neteweyî, bi Rojava re jî piştgiriyeke giştî... Di rojên pêşiya me de talûkeyeke din jî, psîkolojiya libendêmayîna ya li ser encamên hilbijartinê ye. Helbet hilbijartin girîng in. Lê ev xebatên civakî neyên kirin, serkeftineke di hilbijartinê de bi serê xwe bê mane ye. Divê li ser tevahiya jiyana civakî ya li Kurdistanê rengên Kurdewarî mora xwe lê bide. Hevserokê KCKê Cemîl Bayik paketa AKPê wekî hewldaneke ji bo sergirtina xitimandina pêvajoya aştî û çareseriyê binav dike. Bayik herwiha dibêje; “AKP krediya xwe wenda kir. An ya îradeyeke çareseriyê deyne holê an jî Kurd wê bi metodên nû dest bi têkoşîneke nû bikin.“ Herwiha tê gotin, ku di meha pêşiya me de Konferansa Cenewreyê ya 2. wê were lidar xistin. Statûya xweser a Rojava jî bi vê konferansê wê hên zelaltir bibe... Mirov vî tabloyî bi giştî bîne ber çavên xwe, wer xuya dibe; ku heta hilbijartinên di bihara sala têyî de di bin pira siyaseta li Tirkiye û li Rojhilata Navîn de wê aveke pirr gurr biherîke. Kî dikane garantiyekê bide, ku AKP û Erdogan heta wê çaxê wê bi xapandin û manîpûlasyonên erzan her li ser pê bisekinin?!.
Posted on: Wed, 09 Oct 2013 07:49:19 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015