Li Nîkaragûayê helîkoptera leşkerî ket: 10 payebilind - TopicsExpress



          

Li Nîkaragûayê helîkoptera leşkerî ket: 10 payebilind mirin NAVENDA NÛÇEYAN 21.06.2013 11:36:08 Li Nîkaragûayê, helîkoptereke leşkerî ji ber sedemeke ne diyar ket xwarê û di encamê de 10 payebilindên artêşê jiyana xwe ji dest dan. Li welatê Emerîka Latîn Nîkaragûayê, helîkoptereke leşkerî, li herêmeke 57 kîlometre rojavayê paytext Managûa ketiye xwarê. Berdevkê artêşê Orlando Palacîos der heqê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku, helîkoptera leşkerî ya bi tîpa MI-17 ya ji Rûsyayê, gava vedigeriya baregeha leşkerî ya li bajarokê La Paz Centro doh ji ber sedemeke ne diyar ketiye. Hat ragihandin, ku di bûyerê de 10 leşkerên payebilind jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bi destxistin, di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de, ji Hêzên Hewayî Serheng Manûel Lopez, Serheng Aldo Herrera, Şefê Lîwaya Lênêrîna Balafiran Serheng Chester Vargas û Serheng Marîo Jîron hene.
Posted on: Fri, 21 Jun 2013 16:56:11 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015