Li Rojava pevçûn didomin: Gundê Sûsikê hate rizgarkirin - TopicsExpress



          

Li Rojava pevçûn didomin: Gundê Sûsikê hate rizgarkirin Pevçûnên li Kobanê, Til Ebyed, Tirbespiyê, Çelaxa dewam dike û şervanên YPG’ê gundê Sûsik bi temamî ji çekdarên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê/ Cebhet El-Nusra rizgarkirin û kuştî û birîdarên El-Nusera hene. Li Serêkaniyê jî bêdengî hebû.TIL EBYEDLi gundê Sûsikê yê 10 kîlometrî rojGirê Spî (Til Ebyed) şevê din di saetên derengî şevê pevçûn di navber şervanên YPG’ê û çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/ Cebhet El-Nusra bi dijwarî rû dan. Di pevçûnên hatea setên sibê dom kir de kuştî û birîndarên çekdarên El-Nusra çêbûn, her wiha şervanên YPG’ê Hawanek 120, Hawanek 80, 2 tivingên Elmanî destserkirin û gundê Sûsik ji çekdarên El-Nusra bi temamî hate rizgarkirin.Li gundê Çelbê ya 15 kîlometrî başûrrojavayî Girê Spî (Til Ebyed) pevçûnên di navber şervanên YPG’ê û Çekdarên El-Nusra de dewam dikin. Derbarê kuştî û birîndarên tu agahiyên zelal ne hatine bidestxistin. Di pevçûnên li vê derê çekdarên El-Nusera çekên giran bikar anîn.KOBANÊLigundênQanaya,Îlacax, Bozanو dugurman û Uwêta ku 30 kîlometre dikeve rojavaya Kobanê, pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/ Cebhet El-Nusra duh di saetên şevê de rûdan, çekdarên El-Nusera di van pevçûnan de çekên giran bikaranîn. Hate hînbûn ku di pevçûnên Dugurman de wesayîtek El-Nusra hate ruxandin û 8 çekdar hatin kuştin. Pevçûnên li van gundan hîn didomin.Çavkaniyê herêmî diyarkirin ku çekdarên El-Nusra birîndarên xwe radikin Tirkiyê. Hate gotin ku Leşkerên Tirk ji komên çekdar dixwze ku riyên birîndaran kur bikin piştre wan derbasî sînorê Bakurê Kurdistanê dikin û wan di nexweşxaneyan de bicih dikin.ÇELAXALi Gundê Qîra û Sefa yên li Rojavayî gundê Gurhok şevê din pevçûn di navber şervanên YPG’ê û çekdarên El-Nusra ku rêîş pêk anîn de derketin. Di pevçûnan de tu agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.TIRBESPIYÊLi gorî nûçehîdanê Ajansa a Hawarê bidestxistine îro saet di 09.30 ’an de pevçûnên di navber hêzên YPG’ê û çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/ Cebhet El-Nusra li gundê Mazlûma ku li 22 kêlometrî li başûrê Tirbespiyê dikeve derketin. Pevçûn hînd didomin.SERÊKANIYÊLi Serêkaniyê şevêdin bê dengiyek hebû, tenê carcaran dengê guleyan ji aliyê gundê Til Xelef û Esefer Necar dihate bihîstin. Ev bê dengî piştî rojekê ji çalakiya YPG’ê ya li gundê Til Xelaf ku dijî çekdarên El-Nusra pêk hat û di encamê de gelek çekdar hatin kuştin û gelek çek û cebxane ji aliyê şervanên YPG’ê ve hate destserkirin.
Posted on: Mon, 05 Aug 2013 09:11:17 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015