Li Serêkaniyê fermandarê Dewleta Îslam hate kuştin - TopicsExpress



          

Li Serêkaniyê fermandarê Dewleta Îslam hate kuştin SERÊKANIYÊ– Li Serêkaniyê di pevçûn ku şevêdin di navbera hêzên YPG’ê û çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê / Cebhet El-Nusra de rû dan û heta vê sibê dom kirin de 6 çekdar hatin kuştin. Her wiha hate gotin ku di şerê serê sibehê de fermandarekî Dewleta Îslamî jî hatiye kuştin. Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê bidest xistine, şevêdin li gundê Tuwêmiyê ê di navber bajaroka Til Xelaf û Serêkaniyê de di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/ Cebhet El-Nusra de pevçûn derketin. Hate hînbûn ku komên çekdar saet di 23.00’an de ji gundê Tuwêmîyê yê di navber Esfer Necar û gundê Mişrafa ku 2 kîlometre dikeve başûr rojavayê Serêkaniyê xwestine ber bibajêr ve pêş bikevin, lê şervanên YPG’ê bersiv daye. Hate gotin ku di pevçûnên ku El-Nusra çekên giran ên wekî doçka, hawan, top û qernas bikar anîn de 4 êrîşkar hatine kuştin. Di heman saetan de li dora bajaroka Til Xelef jî pevçûn derketin û hîn jî didomin. Di pevçûnên li vir de jî 2 endamên El-Nusra hatin kuştin. Di pevçûnan de komên êrîşkar bi topên hawanê êrîşî bajêr kirin û li gorî agahiyan gelek top li deriyê sînor ketin. Her wiha çend top jî li Serêkaniya Serxetê ketin. Di encama topbaranan de kuştin û birîndarbûn çênebûn, lê ziyana madî pêk hat. Fermandar hate kuştin Li aliyê din hate gotin ku di pevçûnên serê sibehê de fermandarekî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Cephet El-Nusra hatiye kuştin. Lê navê wî nehat hînbûn. Hate ragihandin pevçûnên saet derdora 09.30’an de dijwar bûne, hîn didomin. Di dema pevçûnan de 2 balafirên keşfê yên Tirkiyê jî li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê geriyan. (ie/aq)
Posted on: Sat, 03 Aug 2013 08:04:28 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015