Li ser mafê derbirînê di rojnamegeriya kurdî de, nivîseke - TopicsExpress



          

Li ser mafê derbirînê di rojnamegeriya kurdî de, nivîseke hêjayî xwendinê. SANSÛRA ALAKURDA Husên Duzen Berî bi du rojan nûçeya sansûrkirina nivîsên Helîm Yisiv di Rûdawê de belav bû. Tavilê min ev peyv li ser fecebookê de belav kirin: “ Ez helwesta Rûdawê ṣermezar dikim, divê ji bo her colûmnîstî û ji Helîm Yûsiv re jî hoyên ku ew bê sînor hizrên xwe bibêje hebin. Ji karavêtin, formeke ji sansûrê ye, gelek caran ya herî xerab e.“ Enwer Karahan zû reaksiyon destniṣankir. Ne li dijî rêlibergirtina nivîsandina Yûsiv di Rûdawê de, lê belê di derbarê van çend peyvên min de, ev peyv gotin: „Xwezî bila kek Husên karîbûya ev helwêsta hanê di dema ku Netkurdê nivîsa min çap nekir de jî nîşan dabûya...“ Belê, Enwer bi van peyvên xwe ji erdê heta ezmên mafdar e, lema min wek bersîv jê re nivîsand: “Sipas kek Enwer. Tu rast dibêjî, divê min kiriba. Hîngê di wê rewṣê de ji min re li hev nehat. Ne ku ez tirsiyam, lê wê rewṣa konkret rê li ber min girt. Ma ez wekî din bibêjim çi...“ Dibe ku hûn niha bipirsin gelo „rewṣa konkret“ çi bû, ma ji rêlibergirtina hizra azad tu malxerabiyên ku bên serê civakeke hemdem heye? Hûn ê jî ji erdê heta ezmên mafdar bin bi pirsyareke wisa, lema berî ku ez vegerim ser babeta Helîm Yûsiv û Rûdawê, ezê ji we re bibêjim bê çi bû ew „rewṣa konkret“ ji bo min: Hîngê di navenda salên 2000î de çend navên balkêṣ di Netkurdê de dinivîsandin, wek Tosinê Reṣîd, Hesen Kaya, Ṣefîq Öncü û hwd. Dema ku Mûrad Ciwan, nehiṣt gotara Enwer Karahan di Netkurdê de bê weṣandin, min jî di Netkurdê de dinivîsand. Min bihîst ku ne tenê rê li ber nivîsa wî hatiye girtin, lê belê hemû nivîsên wî yî heta hîngê jî ji malperê hatine avêtin. Ez baṣ pê êṣiyam, min nerazîbûna xwe gelek caran bi devkî got. Mixabin min ji bo ku projeya Netkurdê bi têgevahî têk neçe, hîngê min li ser vê bûyarê nenivîsand. Her weha ji ber heman sedeman min heta demekê piṣtî wê bûyerê jî ji Netkurdê re nivîsand. Niha ez dizanim, ku ew helwesta min û gelek kesên mîna min ṣaṣ bû. Di dema ku ez niha van rêzan dinivîsim, ez xwe li ba Enwer Karahan û xwînerên kurdiya ṣêrîn fedîkar dibînim. Li gor agahdariyên Helîm Yûsiv, ji nişkê ve û bêyî ku ew karibe bi nivîsekê xatir bixwaze, qunciknivîsandina wî hatiye rawestandin. Jê re hatiye gotin ku sedemê bingehîn ê ji bo dawî li nivisandina wî anîna di Rûdawê de, gotarên wî yên siyasî ne. Ji vir em fam dikin, ku berpisyarên Rûdawê xwestine rê li ber belavkirina hizrên Yûsiv bigrin. Her weha êrîṣeke zaf eṣkere ya li dijî hizra azad e. Ez ecêbmayî mam ku kesekî mîna Ako Mihemed, bi karekî wisa rabûye. Berî bi çend mehekî min li ser birêz Ako nivîsîbû: „Ji nav rojnamegerên Baṣûr, belkî jî ji nav yên tevahiya kurdan sîmayekî balkêṣ e. Li ser min întîbaya rojnamegerekî kedkar dihêle. Biqasî ez dibînim, kêm kesên mîna wî di cihên navendî de, wisa bi keda xwe derdikevin pêṣ. Di gelek gotarên xwe de jî bi ṣêweyekî hemdem nêzîkî babetan dibe.“ Lema kêliya ku min nûçeya li ser Helîm Yûsiv bihîst, ez zaf ṣaṣwaz mam. Li gel ku ev bûyer di rojnamegriya kurdî de zaf girîng e jî, ji hin hevalbendên hizrên Helîm Yûsiv î siyasî pê ve, kesek li ser vê babetê ranewestiya. Rêlibergirtina nivîsên colummnîstekî, bi tevahî ji aliyê çapemeniya kurdî, ne mîna rûdaneke di çapemeniya me de, ne jî wek êrîṣke li hizra azad hat dîtin. Hemû kesên têkildar, bi pirsyara ka gelo Helîm Yûsiv nêzîkî koma wan î siyasî ye an na mijûl bûn. Dîsa hat dîtin bê nivîskar û rojnamegerên kurd çiqasî ji nirxên bingehîn yên çapemeniya hemdem dûr in. Bêguman bûyera Rûdaw-Yûsiv ne rûdana yekemîn e di çapemeniya kurdî de. Vê bûharê colummnîstê Azadiya Welat, Sami Tan jî rastî kirineke wisa hatibû. Ji ber ku di gotareke xwe de hin pirsyarên ku li hesabê hinekan nehatibûn kiribûn, Azadiya Welat ew gotara Tan neweṣand. Ev yek bû sedem ku Tan hew di wê rojnameyê de binivîsîne. Piṣtî wê bûyerê bi demekê min xwest ez di gotareke xwe de balê bikṣînim ser vê bûyerê û van kirinên wisa. Agenda Kurda ku heta hîngê min gotarên xwe caranan jê re diṣandin, ew gotara min neweṣand. Wan jî „polemîkên di naverokê de“ kirin sedem û kevneṣopiya Netkurdê û Azadiya Welat dom kirin. Li vir ezê nikaribim hemû bûyerên sansûrê yên alakurdî bihejmêrim. Balkêṣ e ku her yek ji wan sedemekî cûda dide, lê naveroka kirinên wan her yek e. Berî bi salekê min gotarek li ser helwesta hunermendên kurd û TRT6 nivisandibû, wek mînak min bahsa Fatê kiribû. Malpera Kulturnameyê jî ew gotara min neweṣandibû û gotibû ku ew gotarên bi vî tehrê ku ne ji sedî sed çandî ne naweṣînin. Her weha gelek mînakên sansûra bi vî ṣêweyî di warê televizyonê de jî tên pêk anîn. Ew jî dê li derveyî vê nivîsê bimîn, ligel ku mînakên zehf balkêṣ ên sansûra alakurda ne jî. Di bingeha van hemû fermanên sansûran ku ji quncikên cûda tên dan de siyaset heye. Hinik dibêjin polemîk e, hinek dibêjin ne çandî ye, hinek dibêjin ne li gor formata rojname an malpera me ye, lê kesek ji wan nikare veṣêre ku sedemê bingehîn siyaset e; rêlibergirtina hizrên cûda ye. Belkî ji nav hemûyan a herî durust tevgeriya ye, Rûdaw e, ji ber ku wan wek sedem jî gotine, „gotarên te her çûn bêtir bûn siyasî“ lema em hew wan diweṣînin. Bêguman ne tenê siyaset e, xala ku van hemû meqamên sansûrê tîne nik hev. Çanda eṣîrtiyê û ya stalînîzmê mîna du nexweṣiyên giyanxur di hestiyên hemûyan de cîh girtiye. Ev herdu nexweṣî ne ku nahêlin ew karibin bingehê rojnamegeriya hemdem fam bikin; belkî fam bikin jî nahêlin ew wan pêk bînin. Kî bibêje ezê di mercên Kurdistana îro ya ku li ser her buhust erdê wê agir dibare de rojnamgeriyeke bê siyaset bikim, bila li mala xwe rûnê jê re xêrtir e. Kî bibêje ezê di dema me de weṣangeriyeke çandî an nivîskariyeke bê siyaset bikim, bila ew jî li mala xwe rûnê. Kî bibêje ez rewṣenbîr im û li dijî van kirinên sansûrê du peyvên wî tune bin, bila ew jî li mala xwe rûnê. Mafê hizra azad ne ji ber ku ez û kesekê/î wek hev dihizirin, divê bê parastin, lê belê ji ber ku mafekî ku divê tu kesek karibe wî binpê bike bê parastin. Ez ne hizrên Helîm Yûsiv, lê mafê belavkirina wan diparêzim. 19.09.2013
Posted on: Thu, 19 Sep 2013 19:55:02 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015