Li wêneyî binere û bibêje tawanbar kî ye? Belê ev bû - TopicsExpress



          

Li wêneyî binere û bibêje tawanbar kî ye? Belê ev bû pirsyara hevalekî derbarê vê wêneyê de: Ma ji bo xwedê niha wê yek bibêje: Hewa ya çilek e ku neikarî bi çila xwe û ile ew sêv xwar Hinekî dî dê bibêjin: Na, Adam e yê ku kir û nekir nikarîbu xwe li ber qelşeke bêhngenî bigire.. Lê kes nabêje: Kê ev sêv çêkir! Nabêjin ê baş e, te çima qedexe û guneh kir, xwarina wê sêve? Kes nabêje: Te çê kir û te qedexe kir, ma çima tu ji wan re dibêjî nexwine, ji xwe dê hayê wan jê çênebûya û nedixwain lê tu dibêjî Pivvvv! nexwe! Ê şêrîn dibe Tu ji xwe razî yî Yabo ew jî çû! Te ev herdû mirov afirandin û te sêv jî afirand ka te çi perçeke caw an jî kirasek li van rebenan nekir? Wê sermê di nav wan çemê hingivî û darên hemû fêkiyan mirov hinekî dicemide. Ê te kirasek li van herdû rebenan kira, Adam ji ser xwe nediçû û Hewayê jî hewl nedida ku wê sê pê bide xwarin û bibîne bê çawa bi darikê Sîwakê qûna wî rebenî qul dikin.. Yanî tawanbarek hene! ne herdû reben in û ne em in.. Te çil daye me û te mejiyên me jî hefsarekî di naf lingên me ve girê daye û tu dibêjî hûn azad in çi dikin bikin.. Wêne: William Strang Nav: The Temptation Çend nîşe: Ti bêhurmetiya min ji kesên dîndar re tune bes ez fikira xwe bi awayekî mîzahî di çend bûyerên ku ne mal û milkê ti kesî ne lê milkê me hemûyan e. dilyaramudi.blogspot/2013/11/tawanbar-ki-ye.html
Posted on: Mon, 25 Nov 2013 09:02:35 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015