MISTOYÊ LÊGÊNDAR Lo birao,rebeno.bê keso.bê - TopicsExpress



          

MISTOYÊ LÊGÊNDAR Lo birao,rebeno.bê keso.bê welato Penobero,koçbero bê rûmeto Li welatan bê pişto,bê mafo,hêsîro Min got * Neçe şêr şerekî girane, Ev ne şerê me kurdane Ev şer şerê ecema filane Şerekî neheqe qewîmîye Ê netewane Got * Na ezê herim cek û sîlah hildim Hemberî vî şerî rawestim Hemwelatîyê xwe Ji zulm zor û ji êrîşa daşnaka xilazkim Welatê kal bavê xwe Kurdistana Sor Ji ruxandinê biparêzim Heya kengê emê welat,welat bêjin Li dunyayê belabin Welat şerefe,namûse û tacê sere gelane Welatê me bin dest maye bi salane Him ev alî,him ew alî dike talane Ezê herim şêr Çawa mêr Kurdistana Sorra bibime kêr Ala serkeftinê ezê hilbirînim Û dunyayêra bêjim Vaye kurd jî hene Li ser sere me îdî Zulm û zora xelqê tunene Ev deynê me hemû kurdane Ez deyndarim ber gelê xwe Diçim biqetînim deynê xwe Lo birao,rebeno, bê keso bê welato Penobero,koçbero bê rûmeto Li welatan bê pişto, bê mafo,hêsîro Te bi îsrar da biryar Te singe xwe kire sîper,mertal Tu venekşîyayî ji cenga Tu bûyî serokê alaya 157 an Tu bûyî pêşengê xortê kurdan Te kurd diparastin ji mirinê,ji xeta Nav û dengê te hingavt her der Tera gotin Mistoyê lêgêndar Ji nave te tirsya neyar Çawa qehreman tu bûyî navdar Lê ji tera bar nebû cave bedkar Ji bo ku te kurdara ked û hed dida Çek û silah dişand çîya ê Kurdistanêra Pê hesîya barbar Tu dane ber buxtana sûca Ku te jî bikin unda terê hercar Lê te berê xwe da Rûsîya Rûsîya mezine kurd jî kaşî hemêza xwe kirine Kurd li vir edilîne Ji vaîskara, ji bedkara bi salan Te xwe kir da Ku nekevî desta Lê neyar pey te dukulya bi sala Dest ji te venekişand bi şev û roja Lo birao,rebeno,bê keso, bê welato Penobero,koçbero bê rûmeto Li welatan bê pişto, bê mafo,hêsîro Kê dîtye bihistîye him bibî mêrxas Him jî bibî hêsîr û qaçax Mêrê ecem kotîye,xaîne Heyfa wan li me nayê Berêda em xapandine Avîtine hepsa rizandine Welatê me ji bi demane hetimandine ,ruxandine Jê tu nîşan jî neheştîne Kurdê Kurdistana Sor temam helandine. Welatê Sor firotin bi dollarê Amêrîkane Kurdê mayî bûne penober Belabûne li welatane Hêsîr û perîşan mane Nîvî jî hê li çadiradane. Lo birao,rebeno,bê keso,bê welato Penobero,koçbero,bê rûmeto, Li welatan bê pişto,bê mafo,hêsîro Kê dîtye bihîstîye him bibî mêrxas Him jî bibî hêsîr û qaçax Lo birao pey te ketine te digerin Lewra li vir jî tu bûyî teyax ,Ji bo hêsîr, belengaz,bê debaran Nav dengê te bela dibû çawa qehreman Bi nave te nerehetin xedar temam Gazî te dikin te dixwazin Welleh yê te undakin Heyfa te mêrî Were vêcarê neçe,neçe,neçe Li ber dîwanê raneweste Misto vî gelîra pêwîste Lo birao, rebeno,bê keso,bê welato Penobero,koçbero,bê rûmeto Li welatan bê pişto,bê mafo,hêsîro Mêrxaso,pelewano Li nav hezar mêrîda bokeberano Ji mirinê,ji lêdanê,ji kuştinê venekişyayo Xêrxaso,mirovheso dilsoz û merdo Gura tu kesî nekiro Çûyo lê paşda neheto Birao rebeno,dilsaxo Min ji tera got neçe,neçe,neçe Neçe ecemistanê Mêrê ecemî xaîne kokbire,vaîskare Mêrê çê nahevîne Berêda koka kurda diqîlîne Ser bextê me rûnîştine Ku tu herî yê rê û dirba li te bibire Bi derewa, bi fend fêla yê te bigire Yê bavêje destê te kelepçe Te bavêje hepsa Bayile Hepseke kevnare bê binî, bê bintare Bi sedava mêrê çê li wir Bê gune,bê sûc zare zare Hepseke pir xedare Ji wir fetilandin dijware,dijware,dijware Lo birao rebeno Mistoyê mêrxas çû rêya nehatê Destê bokeberanê min kete kelepçe girtîye Avîtine hepsa Bayile hepsek tarîye Dîwanê bi esker lêşker der dor pêçaye Ji bo revê tu rê dirb jî nemaye Misto Hepsêda tik û tenhaye Heft sale bê gune hepsêda rûniştîye Lo birao rebeno,bê keso,bê welato Penobero,koçbero,bê rûmeto Li welatan bê pişto,bê mafo,hêsîro Derketina Mistora mabûn çend meh Ku xilazbe ji girtîgeh Lê mixabin,mixabin Mirina decal neda mecal Xebera mirinê gelekî xirave Dehjîne dil û hinave Jorda esmana tine xare Kêleka Mistoyê mêrxas ne bave,ne biraye Ne xûşke ne jî eşîre Misto tik û tenhaye Li hepsa Bayilê xewra çûye razaye Dîwarê hepsê bi qeytana reş xemilandîye Mêrxasê kurdara hepsêda girtîya şîn girtine Wey birano mêr dimire nav dimîne Dunyake bê îtbare fanîye Mêrê çê diçe dest mêrê xaîne Ev gotina Kal-bavane Wey birao rebeno,bê keso bê welato Li welatan geryayo bê rûmeto,bê pişto Bêje bilorîne hêsira jorda bîne xar Vê roja me giranda Mera peyda nabin hempar Meydanada em dimînin tenha Vê dunyayêda ji mera tune par Ji bo ku em kurdin qismetê me Ji mera nabe hemyar Em kêra dibên bira can, qurban Me qebûl nakin bi deman Me unda dikin dikin înkar Ev dunya ji bo me bûye zîndan Em bûne rêwîyê qederê Sêwî û tawanbar ê jîyanê Wey kurdo rebeno, bê keso,bê welato Li welatan geryayo bê rûmeto,bê pişto Li dunyayê belabûyo,bê mafo Mêrxasek ê me jî weha bû unda Hezar sale weha dijîn em pêda-pêda ***** ***** ***** ****** Wey,wey,wey ,wey felekê Felekê xaînê,vaiskarê Tu çi dikî çi nakî Tu tenê mala me kurda xirab dikî Ev hezar sale pey me dukulî Tu bextê me ra henaka dikî Qedera me ra ezraîlî. Wey wey wey wey felekê Felekê xaînê ,vaîskarê Kujer û bedkarê Te çima weha kir Mêrxasekî me bê wext ji me kir Wey felekê ,felekê,felekê,felekê xaînê… ***** *** *** *** ***** Em bibin çira vêkevin jî Feydê wê tunene Ji bo ku kurdin Li tu cî jî me naecbînin Mirov welatê xweda mezin dibe Dibe xwedan rûmet,xwedan şeref Xwedan pişt Heya ku em bê welatin Qedera me yê wehabe Hertim bi mera yê bileyzin Lo kurdo rebeno,bê welato, bê pişto Li dunyayê belabûyo,hêsîro Lo kurdo rebeno,rebeno Bê keso,sêwîyo,rêwîyo. DAWÎYÊDA BI DESTÊ ÎXANETÊ VE Ç Û Y O HEYFA KESÎ JÎ LI TE NEHATO BÊ PIŞTO ,BÊ RÛMETO LO K U R D O BÊ WELATOOOOOO…………… 30-31.X11. 2012. BÊWAR BARÎ TEYFÛRÎ
Posted on: Thu, 05 Sep 2013 21:11:58 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015