Parsekê bi Hêvî Ey parsekê bi hêvî! Valahîya dil de wunda nebe û nebêje he me Îcar tovên sêr li ber konê evînê nere$îne Ne bawer be bi $itilên tihokan yên li ser kevîyên kendalên bê hêvî, Guh nede ser rewnaqîya fêkîyên zerkok Û bawer neke bi he$înahîya di bejîtîyê de kokdayî Xeyal neke wê $îrika bi jahrîyê $û$tî Evînbarîya xapînok ji xwe re neke wargeha hêvîyên qurmiçandî Yada$tîyên çilmisî de li jîyanê negere Azad bike wî gerokê bi zincîra hêvîyê ve girêdayî Lê xwe nexapîne bi dilniwazîyên bi gu$îyê dara hêvîyê ve girêdayî Û nebe tiralê bin dara bi hêvîyê fêkîdayî Ma nayê bîra te ew mehkûmê bar-kevir yê Yewnanî? Ilimdarê teko$înê yê bi hêvîyê ve girêdayî Raperînerê çîyayê Tartarûsê yê ji hêvîyê dûrmayî Intînî bû jê re nî$aneya wê jîyana ezabdayî Nalîn bû tenê hevalê wî di bin barê xwe-dayî Û Ji bîr neke ey parsekê bi hêvî! Afrînerên hêvîyê ne yên ji jîyanê dûrmayî Nebe koleyê hêvîyê yê di pê$erojê de sermestmayî. (Ez ê kêfxwe$ bibim ku helbest nê parvekirin)
Posted on: Sun, 29 Sep 2013 20:09:18 +0000