Pevçûnên li herêma Til Koçer heta serê sibê dom kirin TIL - TopicsExpress



          

Pevçûnên li herêma Til Koçer heta serê sibê dom kirin TIL KOÇER – Li herêma Til Koçer piştî ku hêzên YPG’ê duh êvarê çalakî lidar xist û 2 gund ji komên çekdar rizgar kirin, pevçûnan heta serê sibehê cîh bi cîh dom kirin. Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê bidest xistine, piştî ku hêzên YPG’ê di çarçoveya “Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn” duh êvarê Seharîc û Seêdiyê yên 3 kîlometre dikevin bakûrê Til Koçer ji komên çekdar rizgar kirin, pevçûnên demî dom kirin. Hate ragihandin ku pevçûnên li dora herdu gundan heta serê sibehê dom kirine û di encamê de wesayîtek komên çekdar hatiye desteserkirin. Di çalakiya duh de jî 2 wesayîtên doçka yên 14.5 hatin desteserkirin. hawar.news
Posted on: Sun, 08 Sep 2013 08:41:13 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015