SEBRA DİL BÊ TE NEHAT Sebra dilé min tu wî gulçîçeka - TopicsExpress



          

SEBRA DİL BÊ TE NEHAT Sebra dilé min tu wî gulçîçeka Kurdistan Ber xemla te bun bihar, pahîz havîn zivistan Serkahna evîna eşqé hezkirya dila Buy kulîlkjîna serké qelema van helbestan. Çi béjim te ciwané Gulçîçeka jiyané Béhna misk û enberé Kulîlka Kurdistané Rasta min hatî pîroz Dilé min de gullîloz Gula méhrîcan Newroz tu wî sebra min tîné Tené zanim çi sipehyî gulçîçekjîné Derman û melhem û kewa li ser vé birîné Seraseré wan deryan çaxé ez te dibînim Zanim çi kederin tén dilé te ji axwiné Çi béjim te ciwané Gulçîçeka jiyané Béhna misk û enberé Kulîlka Kurdistané Rasta min hatî pîroz Dilé min de gullîloz Gula méhrîcan Newroz tu wî sebra min tîné Yan rengé wé yara min ketye wé bejn û balé Çav stérka ezmana birh hîvé bisk bi télé Zani tu ew rû rojî ronahî tav tîrojî Dilé min her disojî gerden zérÎn xirxalé Çi béjim te ciwané Gulçîçeka jiyané Béhna misk û enberé Kulîlka Kurdistané Rasta min hatî pîroz Dilé min de gullîloz Gula méhrîcan Newroz tu wî sebra min tîné Erzen zîva stu bilor çima te pişt zivirand Heya dilé min îro lser evîna xwe heland BuyÎ efsana eşqé sipehya xerb û şerqé Hindik ma dil bi teqé sebra dil bé te nehat Çi béjim te ciwané Gulçîçeka jiyané Béhna misk û enberé Kulîlka Kurdistané Rasta min hatî pîroz Dilé min de gullîloz Gula méhrîcan Newroz tu wî sebra min tîné De béje min tu kéyî bi te her dil bawerim Yan tu ew yara mina şev roj li te digerim Bihna evîn eşqa min ji te guljin dibaré Bawerke neynuka te bi Diné tev nagherim. Çi béjim te ciwané Gulçîçeka jiyané Béhna misk û enberé Kulîlka Kurdistané Rasta min hatî pîroz Dilé min de gullîloz Gula méhrîcan Newroz tu wî sebra min tîné Dilpét Jélî
Posted on: Mon, 12 Aug 2013 21:53:49 +0000

Recently Viewed Topics




© 2015