Welatparêzê Kurd Şakir Bulduk li Goteborgê jiyana xwe ji dest - TopicsExpress



          

Welatparêzê Kurd Şakir Bulduk li Goteborgê jiyana xwe ji dest da Stockholm 11.06.2013 20:12:21 Welatparêzê Kurd Şakir Bulduk ku li bajarê Goteborg yê Swêdê jiyan dikir, beriya niha 5 mehan xweşiya penceşêrê girt û roja 9’ê Hezîranê di demjimêr 17:30’an de jiyana xwe ji dest da. Bulduk demek dirêj weke xebatkarekê Heyva Sor xizmeta gelê Kurd kir, li Goteborg û li tevayî Swêdê di nava xebatê de aktîf cih girt. Bulduk kesayetekî ku ji aliyê derdora xwe ve dihate heskirin bû. Buldukê ku bi piştgirî û girêdana xwe ya bi Tekoşîna Azadiya Kurd ve dihate naskirin, piştî ku jiyana xwe ji dest da, Kurdistaniyên li Goteborgê jiyan dikin û dostên gelê Kurd pir xemgîn bûn. Buldukê di temenê 68 salî de jiyana xwe ji dest da, beriya vê Serokê Kongra Gel Remzî Kartal li nexweşxaneyê serdana wî kiribû. Dê roja Pêncşemê cenazeyê Bulduk bibin gundê Ome yê girêdayî navçeya Kulu ya Konyayê ku lê ji dayîk bibû defin bikin.
Posted on: Wed, 12 Jun 2013 01:25:56 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015