YPG navê 3 şervanên xwe eşker kir ANF/EFRÎN 12.06.2013 - TopicsExpress



          

YPG navê 3 şervanên xwe eşker kir ANF/EFRÎN 12.06.2013 22:01:48 Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastian Gel (YPG) navê 3 şervanên xwe yê li gundê Merskê ya navçeya Şera ya Efrîn di berxwedana li dijî êrîşên komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad jiyana xwe jidest dan ekşker kir. Li gorî navenda çapemeniyê ya YPG᾿ê navê şervanên 3 şervanên YPG᾿ê ev in: Ferîd Ebdela bi nas nav Şoreş. Navê bav: Ehmed. Cih û dîroka jidayîk bûnê: di sala 19871an de li gundê Marta. Mezlûm Hesen bi nas nav Kendal. Cih û dîroka jidayîk bûnê: di 4᾿ê çile ya 1991. Ciwan Ehmed bi nas nav Çekdar. Navê bav: Mehmûd. Di sala 1990 li gundê Satiyê hatiye dinê. Saziya Malbatên Şehîdan li Efrîn bang li welatiyên Efrîn û navçeyên wê kir da ku sibe tevlî merasîma defin kirina 3 şervanên YPG᾿ê bibin. Merasîm saet di 15.00᾿an de ji ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Efrîn, dest pê bike û ji vir dê ber bi goristana Şehîd Seydo ya li gundê Kefer Sefer ya Cindêrisa Efrîn û li vir dê bispêrin axê.
Posted on: Thu, 13 Jun 2013 00:04:13 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015