Şêx Seîd an jî Şêx Seîdê Pîranî (z. 1865 li Xinûsa - TopicsExpress



          

Şêx Seîd an jî Şêx Seîdê Pîranî (z. 1865 li Xinûsa Erzîromê − m. 1925 li Amedê) şêxê neqşebendî, pêşawa û şoreşgerê kurd bû. Di sala 1925an de li bakurê Kurdistanê serhildana Şêx Seîd da destpêkirin. Li hemberî zorbatî û îxanetên kemalîstan kalê Şêx Seîd di 13ê reşemiyê 1925an de serî bilind kir. Kurdistanê bajar bi bajar ji destên dewleta romiyan (navê niha Tirkiye) derxistin. Êrişê ser Amedê kirin û bi mehan bajar dorpêç kirin. Berhingariyeke dirêj da nîşan ku Amed nakeve. Dagirkirin bi qerera şûrayê hat rakirin. Têkoşer pêl bi pêl derbasî başûr û rojavayê Kurdistanê bûn. Rêberê bizavê Şêx Seîd û 49 hevalên wî ji bo derbasî Başûr bibin, bi rojê xwe diveşartin û bi şev dimeşiyan. Armanc berdewamkirina cenga awarte û xeyrî nîzamî bû. Bi xiyaneta bacenaxê Şêx Seîd ê serdar Qasim (Qaso), serokên serhildanê, Şêx Seîd û hevalên wî hatin dîlgirtin. Di 10ê gulanê 1925an de wan derxistin Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilatê (Şark İstiklal Mahkemesi) ya Diyarbekirê. Nêzîkî pêncî rojan darizandina wan dewam kir. Di 28ê hezîranê 1925an de, derbarê Şêx Seîd û 47 hevalên wî de dadgehê biryara darvekirinê (îdam) da. Du kes bi çend salan ceza xwarin. 28 kes di heman rojê de û yên din û Şêx Seîd di 29ê hezîranê 1925ê de li taxa Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin... Çavkanî:Wîkîpediya Kurdî..ÖZGE
Posted on: Thu, 13 Feb 2014 20:26:40 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015